Ji Şentop daxuyaniya Gergerlîoglû 2021-03-08 13:27:28   ENQERE – Serokê Meclisê Mûstafa Şentop, têkildarî biryara derbarê Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû de ev tişt got: “Biryara darazê hê negihîştiye meclisê, heke bê wê li gorî usûlê kirarî bê kirin.”   Serokê Meclisê Mûstafa Şentop, pirsên têkildarî 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ku li Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû hatibû birîn û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû bersivand û ev tişt got: “Biryarê darazê ya Gergerlîoglû hê negihîştiye meclisê, heke bê wê li gorî usûlê kirarî bê kirin. Weke hûn jî dizanin Destûra Bingehîn dibeje, ‘dema ku biryara teqez hat ragihandin parlamenterî dikeve. Lewre pêwîstî li benda mayîna encama biryara serlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn a takekesî tuneye. Lê hê biryar nehatiye, em paşê nirxandina derbarê de bikin.”