Çûbûk a ji bo 8’ê Adarê hefsa xwe ya malê bi dawî kir: Em ê serbikevin 2021-03-08 14:17:46 STENBOL – Bûrcûgul Çûbûk a ji 8’ê sibatê ve di hefsa malê de ye, ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hepsa xwe ya malê red kir û bi dawî kir. Hêzên Têkoşînê yên Yekgirtî (BMG) di 4’ê sibatê de ji bo deklerasyona xwe ya damezrandinê îlan bike, xwestibû li Kadikoyê daxuyaniyê bide lê polîsan mudaxale kiribû û gelek kes binçavkiri bûn. Yek ji van kesan jî endama Rizgariya Jinan Bûrcûgul Çûbûk bû ku pişt re cezayê hefsa malê dabûnê. Çûbûk a ji 8’ê sibatê ve di hefsa malê de ye, ji bo tevlî çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bibe hepsa xwe ya malê bi vîna xwe bi dawî kir.   EM Ê SERBIKEVIN   Çûbûk a li ser hesaba xwe ya medya civakî ragihand ku hepsa malê bi dawî kiriye, ev tişt gotin: “Ji 8’ê sibatê ve di hepsa malê de me. Herî dawî Yildiz Îdîl Şen û Guneş Çetîn ên tevlî hevdîtina jinan bûn cezayê hefsa malê girtin. Ez dibêjim îro di hefsa malê de nînim û di serhildana femînîst de me. Hepsa malê bi vîna xwe bi dawî dikim. Ez hezkirina xwe ji hemû jinan re dişînim. Em ê kapîtalîzma patriyarkal bişînin cihê aîdî wê. Em ê serbikevin.”