Yuksekdag: Em li ku bin jî di heman dilî de tên ba hev 2021-03-08 14:39:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bi wesîleya Roja Jinan a Cîhanê peyamek şand û vev bang li jinan kir:“Em li ku bin bila bibin di heman dilî de û di heman hişmendiyê de tên ba hev.”   Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, ku ji 4’ê mijdara 2016’an û vir ve di Girtîgeha Kandira ya Kocaeliyê de ye bi wesîlseya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek şand. Dengê Yuksekdagê yê di hevdîtina telefonê de hat qeydkirin, di hesaba wê yê twîtterê de hat parvekirin.   Yuksekdagê bi minasebeta 8'ê Adareê ev bang li jinan kir:    “Em li ku bin bila bibin di heman dilî de û di heman hişmendiyê de tên ba hev. Û ez xwe qet ji wan cuda nahesibînim. Heke tu bi daxwaza berxwedan, rumet, ked, azadî, aştî û demokrasiyê de bê ba hev tu mekan, astengî û sînor nikarin te asteng bikin. Ez jî niha xwe weke ku hatime astengkirin hîs nakim, weke hefskirî hîs dikim. Ji ber ku li der ve bi deh hezaran, bi milyonan deng û gotina min heye... Kesên ku gotina min dibêjin hene. Ez bawer dikim ku jin wê gotina gotinên min û gotinên me yên hevpar bidomînin. Ji her tiştî girîngtir jî gotina gotinên piştevanî û têkoşîna jinê berdewam dikin. Qasî ku ev gotin û ruh hebe rêya me vekiriye û em ê di riya xwe de bimeşin. Ji her kesî re silav û hezkirinên xwe dişînim.”