Danişîna yekem a doza derbarê keştiya noqî Gola Wanê bû de sibê ye 2021-03-09 09:15:00 WAN - Danişîna ewil a doza derbarê keştiyê de ku di Gola Wanê de noq bûbû, ê sibê bê lidarxistin. Di çarçoveya dozê de 12 kes tên darizandin. Parêzer Mahmût Kaçan, diyar kir ku lêpirsîneke çalak nehatiye kirin û bang li her kesî kir ku xwedî li vê dozê derkeve.    Di 27'ê Hezîrana 2020'an de, di Gola Wanê de keştiyek noq bûbû. Piştî noqbûna keştiyê 2 jê zarok 61 penaber jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber vê 7 jê girtî derbarê 12 kesan de doz hatibû kirin.    Danişîna ewil a dozê dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Wanê bê lidarxistin. Kesên girtî Medenî A., Bûrhan Ç., Cuneyt A., Mehmet A., Serdar O., Serkan O. û Soner K. û kesên bi awayekî negirtî tên darizandin Mehmet Samî A., Nîhat A., Osman Y. û Vedat Y. dê bi sûcê "bûne sebeba mirina gelek kesan" bên darizandin. Her wiha Servet A. jî ku tê texmînkirin sax e û berê Dadgeha Cezayê Sulhê ya 2'yan a Wanê derbarê wî de biryara zevtkirinê dabû jî, bi heman sûcî tê tawanbarkirin.    Di îdianameyê de tê xwestin ku li hemû bersûcan 36 sal û 6 meh ceza bê birîn. Her wiha wê endamên Komîsyona Koçberî û Îltîcayê ya Baroya Wanê dozê bişopînin.    Endamê Desteya Rêvebir a Komîsyona Koçberî û Îltîcayê Parêzer Mahmût Kaçan, destnîşan kir ku lêpirsîneke çalak nehatiye kirin û bang li her kesî kir ku xwedî li vê dozê derkeve.    LÊPIRSÎNEKE NEÇALAK    Parêzer Kaçan, destnîşan kir ku di îdianameyê de bersûc bi sûcên giran tên tawanbarkirin, lê belê ev nayê wateya ku lêpirsîn bi awayekî çalak hatiye kirin. Kaçan got: "Xizmên kesên jiyana xwe ji dest dabûn, ji xeynî kesên tên darizandin navên hin kesên din jî gotibûn. Mixabin derbarê van îdiayan de tu lêpirsîn nehat kirin. Yanî kêmasiyên lêpirsînê hene. Di îdianameyê de tê xwestin cezayekî giran bê birîn, lê belê em ê bibînin bê ka tê birîn an na."    BANGAWAZΠ   Kaçan, anî ziman ku Baroya Wanê dozê dişopîne û wê ji niha pê ve jî bişopîne û ji bo daxilî dozê bibe dê serlêdanê bike. Kaçan, bang li her kesî kir ku xwedî li vê dozê derkevin.    MA / Dîndar Karataş