Hevserok û endamên MEBYA-DER’ê anîn edliyeyê 2021-03-09 11:41:09 AMED – Hevserokên MEBYA-DER’ê Yuksel Almas û Şeyhmûs Karadag jî di nav de 14 kesên di bin çavan de anîn edliyeyê.    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li dijî Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya Malbatên xwe Xizmên xwe li Dergûşa Şarestaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) hatibû destpêkirin de di 29’ê sibatê û 3’ê adarê de 29 kes hatibûn binçavkirin.    Hatûn Aslan (71) û Meryem Soylû (79) jî di nav de 7 rêveberên komeleyê yên hatibûn binçavkirin, hatin girtin û 5 ji wan jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Hevserokên MEBYA-DER’ê Yuksel Almas û Şeyhmûs Karadag û rêveberên komeleyên Mûrat Uzgun, Emîne Aksoy, Ayşe Çelîkbîlek, Mehmet Nûr Savaş, Mûstafa Karahan, Saît Borta, Ayşe Tûtmaz, Hûlya Varan, Mehmet Yildiz, Fehîm Azak, Mûstafa Ûygûner û Taylan Aslan piştî ku kirariyên wan ên li Miduriyeta Polisan bi dawî bûn sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin.