Dozger ji ber wekaleta muwekilên xwe li 18 parêzeran lêpirsîn vekir 2021-03-09 14:54:37 AMED - Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji ber wekaleta muwekilên xwe der barê 18 parêzeran de bêyî destûr ji Wezareta Dadê bigire lêpirsîn vekir.    Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di 27'ê Sibatê û 3'yê Adarê de li dijî MEBYA-DER'ê operasyon hat kirin û 29 kes hatin binçavkirin. 5 kesen hatibûn binaçvkirin bi şerdê kontrola edlî hatin berdan û 7 kes hatin girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji ber wekîltiya muwilan der barê 18 parêzeran de, bêyî destûrê ji Wezareta Dadê bixwaze lêpirsîn da testpêkirin. Parêzerên têkildarî wan lêpirsîn hatiye destpêkirin wiha ne: Gulan Çagin Kaleli, Elîf Taşdogen, Harîka Karataş, Denîz Yildiz, Muhittin Muguç, Fettah Keleş, Serhat Çakmak, Bawer Mizrak, Emrah Baran, Osman Çelîk, Şîlan Çelik, Firat Îke, Huseyin Bogatekin, Serhat Eren, Ramazan Kurt û Berdan Acun. Navê 2 kesan jî nehat fêrbûn.