Bi benzîn û heste gef li hunermend Çat xwarin 2021-03-09 15:33:07   MÊRSÎN - Hin kesên nasnameyan wan ne diyar benzîn bi erebeya hunermendê kurd Kadîr Çat de kirin û heste danîn ber. Çat diyar kir ku beriya niha li ser medya civakî jî gef lê hatibûn xwarin û ew ji van gefan natirse.   Hunermendê kurd Kadîr Çat ê li Taxa Çay a navçeya Akdenîz a Mêrsînê dijî bi gefan re rûbirû ma. Çat îro serê sibê ferq kir hin kesên nasnameya wan ne diyar benzîn bi erebeya wî de kirine û heste danîne ber. Li ser vê yekê polîs agahdar kirin. Polîsan jî derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.   ‘EZ JI GEFAN NATIRSIM’   Hunermend Kadîr Çat derbarê bûyerê de axivî. Kadîr Çat diyar kir ku hunermendekî navdar ê mûxalîf e û beriya niha jî li ser medya civakî gef li wî hatibûn xwarin. Çat anî ziman ku li dijî van gefan natirse.