Qeyûm hevserokên Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê îxrac kirin 2021-03-09 16:33:32   AMED – Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hevserokên Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê Mehmet Candar û Nîhal Yanik îxrac kirin.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi fermana Wezareta Karên Hundir hevserokên Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê Mehmet Candar û Nîhal Yanik û karkerê qadroyî Remzî Yildirim îxrac kirin. Mehmet Candar, têkildarî îxraca xwe axivî û ev tişt got: “Bêyî ku derbarê me de lêpirsînek bê vekirin bi awayekî neheq û bêhiqûqî em hatin îxrackirin.”