Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê 2021-03-09 16:15:52 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê Tîpa F a Ewlehiya Bilind tê ragirtin, Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran daxwaz kir ku heke hevdîtin neyê kirin jî divê miwekîlên wan mafê xwe yê hevdîtina telefonê bikar bînin.    Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê derbarê Ocalan de bi hêceta di sala 2009'an de parastin û “Nexşerê” ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) re şandibû, di 23'ê îlona 2020'an de 6 meh cezayê seredana parêzeran li Ocalan birîbû.