Dayika Aştiyê Kaygûsûz sal û nîveke girtî ye 2021-03-10 09:03:45 DÎLOK - Dayika Aştiyê Dûrî Kaygûsûz a 61 salî ye, sal û nîveke di Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M'yê de ye. Malbata wê diyar kir ku Kaygûsûz nerihet e û xwest tavilê bê berdan.  Dayika Aştiyê Dûrî Kaygûsûz a 61 salî di 14'ê Mijdara 2019'an de li Dîlokê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan. Lê belê piştî ku dozgeriyê îtiraz kiribû, vê carê li Sêrtê hatibû binçavkirin û dû re hatibû girtin. Nexweşîna dil, şekir û hîpertansiyonê bi Kaygûsûzê re heye.   Kaygûsûz, demekê di Girtîgeha Sêrtê ya Tîpa E'yê de mabû û dû re sewqî Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M'yê hatibû kirin.    DI ŞÎNA KURÊ XWE DE HATIBÛ BINÇAVKIRIN    Gava kurê Kaygûsûzê yê PKK'yî jiyana xwe ji dest dabû, malbatê ji bo wî şîn danîbû. Kaygûsûz, di dema şînê de hatibû binçavkirin.   Hevjînê wê Hamît Kaygûsûz got: "Di şînê de avêtin ser mala me û hevjîna min birin. Bi ser de jî ev demeke dirêj e girtiye. Sûcê wê, sirf çûye partiyeke qanûnî. Tim doza aştiyê dikir. Em jî edaletê dixwazin."    Kaygûsûz, anî ziman ku ew jî du caran hatiye girtin.    ‘JI BER DOZA AŞTIYÊ DIKIR HAT GIRTIN'    Kurê wê Ahmet Kaygûsûz jî, anî ziman ku heya niha dayika wî herî kêm 10 caran hatiye binçavkirin û du caran hatiye girtin. Kaygûsûz, bilêv kir ku dêya wî carekê 4 mehan, carekê jî 10 mehan di girtîgehê de maye.    Kaygûsûz, diyar kir ku dêya wî nexweş e û got: "Çavên dêya min pir baş nabînin. Nikare di girtîgehê de bimîne. Ji ber pandemiyê, bi awayekî rêk û pêk wê nabin nexweşxaneyê û nayê tedawîkirin. Dêya min ji ber îfadeyên şahidên nepen hatiye girtin. Îfadeya şahidê nepene heye, lê îhaid bi xwe tune ye. 4 danişînin şahid tune ye. Dozê tim taloq dikin. Em hefteyê 20 deqeyî bi telefonê bi hev re diaxivin. Dêya min 61 salî ye û Dayika Aştiyê ye. Li nav zeviyan xebitî û em mezin kirin. Sûcê wê, tenê ji ber ku doza aştiyê kiriye. Dêya min bi awayekî kêfî hatiye girtin."    ‘JI BO ZAROKÊN XWE KIR'    Xwişka wê Dayika Aştiyê Sakîne Beçet jî xwest xwişka wê û girtiyên nexweş hemû bên berdan. Beçet got: "Hefteya borî çûm girtîgehê cem xwişka xwe. Madem bihuşt di bin nigê dayikan de ye, nexwe çima vê zilmê dikin? Bi salan e em dibêjin aştî. Lê neheqiyeke mezin li me dikin. Xwişka min û 2 kes li cem hev du ne. Davêjin ser odeya wan û eşyayên wan kontrol dikin. Jiyanê li wan diherimînin. Êdî çavê wê yê çepê nabîne. Çi kiribe ji bo zarokên xwe kiriye. Kezeba wê şewitî, bila yên kesên din neşewite. Şer sed salên din jî dewam bike, axirê wê aştî çêbibe. Madem wisa ye, çima dihêlin bila ev qas mirov bên kuştin? Êdî bes e, em aştiyê dixwazin."    MA / Bariş Polat