Endamê Unite The Union Burke: Bêdengiya Ewropa ya li dijî tecrîdê rûreşî ye 2021-03-10 11:37:32 ENQERE - Endamê Unite the Union ku ji bo kampanya Azadiya Ocalan xebatê dike  Tony Burke, bal kişand ser bêdengiya welatên Ewropa ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Bêdengiya Ewropa ya li dijî tecrîdê rûreşî ye."  Kampanya "Ji Ocalan re Azadî / Freedom for Ocalan” ku di sala 2016'an de li Îngîltereyê dest pê kir, didome. Unite the Union ku sendîkaya herî mezin a Britanyaye û 1,5 milyon endamê wê heye û Sendîkaya GMB ku 700 hezar endamên wê hene vê kampanyayê dimeşînin. Sendîkayan anîbûn ziman ku heta Ocalan azad bibe dê vê kampanyayê bimeşînin. Di çarçoveya kampanyayê de di nava civaka Britanya de têkoşîn û fikrên Ocalan tê vegotin.  Yekîtiya Sendîkayên Karkeran ku sendikayên Unite the Union û GMB jî heye, bi giştî 48 sendikayan di bin baneyê wê dexebatê dikin. Yekîtiya Sendikayên Karkeran nûnertiya 5,5 milyon kedkaran dike û yek ji rêxistina kedê ya herî mezin e.    Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî piştî çalakiya greva birçîbûnê ku di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de li dijî tecrîdê dest pê kir û 200 rojan berdewam kir, hatin Tirkiyeyê û saziyên civakî ziyaret kir. Yek ji pêkhatiyên Delegasyonê sendîkaya Unite the Union bû. Sekreterê Giştî yê Unite The Union Tony Burke, der barê kampanyayê de ji Ajansa me Mezopotamya (MA) re axivî.    Burke, bêdengiya Ewropa ya li dijî tecrîdkirina Ocalan rexne kir û wiha got: "Bêdengiya Ewropa rûreşî û şerm e. Yekîtiya Ewropa li dijî tecrîdkirina Ocalan helwestek tund nîşan nade. Yekîtiya Ewropa û Parlamentoya Ewropa (PE) xwedî hêz e û dikare li dijî tecrîdê tiştekî bike. Dikarin helwestek zelal nîşan bidin. Li Tirkiyeyê dîktatorî heye. Em dibînin ku dikare ji YE re tiştekî bêje. Sedema vê yekê bêdengiya YE ye. Gotina me ya di vê mijarê de êdi pir zahmet e. Lê divê em tiştekî bêjin."     ‘OCALAN MANDELAYÊ ROJHILATA NAVÎN E'    Burke, da zanîn ku tecrîd heqareta herî mezin a li dijî mirovahiyê ye û wiha axivî: “Me ev yek di her platformdê de dubare dubare vegot. Ocalan Mandelayê Rojhilata Navîn e. Divê bê berdan. Lê mixabin Ewropa li dijî vê şermê tu helwestê nîşan nade. Niha li Îngiltereyê hikûmetek muhafazekar heye. Em bi hikûmetê re dikevin nava têkiliyê, lê em nikarin encam bistînin."    Buke, bilêv kir ku Partiya Karkeran li Îngîltereyê dem bi dem tecrîdê tîne rojevê û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku em ji Yekîtiya Ewpora derketin, qada tevgera me teng bûye. Lê em di her platformê de bi hempîşeyên me yên Ewropa re tînin ziman. Gav neavêtina YE ya li dijî tecrîdê xeyalan dişkîne.    AZADIYA OCALAN DÊ PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKE    Vîzyona Ocalan, huner û hêza wî ya li qada navneteweyî, dikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Yek ji aktorê herî girîng e. Ji aliyê civaka Kurd ve hurmetek pir mezin dibîne. Ji ber vê yekê ez dibêjim Mandelayê Rojhilata Navîn. Mandela li Girava Girtîgeha Robben hatibû girtin. 27 salan girtî ma û 18 salan li giravê ma. Pirsgirêka Başurê Afrika piştî Mandela ji Girtîgeha Robben hat berdan û azad bû hat çareserkirin. Ez bawer dikim ku piştî Ocalan azad bibe dê pirsgirêka Kurd çareser bibe."    ‘DIVÊ OCALAN SERBEST BÊ BERDAN'    Buke, da zanîn ku li Tirkiye pergala diktatoriyê heye û wiha got: “Erdogan her ku diçe biryarên hişk digire. Divê em li Qraliyeta Yekbûyî û welatên Ewropa bînin ziman ku pêwist e Ocalan bê berdan.. Niha Joe Biden Serokê DYA ye. Ez dizanim ku Biden bêtir dikare li mirovan guhdar bike. Dostên me yên em bi sendîkayên li DYA bixebitin hene. Dostên me dikarin di vê mijarê de bala Joe Biden û Kamala Harris bikişînin ser vê mijarê."      Buke, bibîr xist ku gelek kes li Yekîtiya Ewropa der barê tecrîdkirina Ocalan de ne xwedî agahî en û wiha berdewam kir: "Ji ber vê yekê em bi rêya çapemeniyê û pirtûkan hewl didin vê kampanyayê belav bikin. Ji ber Tirkiye û YE bi bazirganiyê bi hevve girêdayî ye, zêde van daxwazan li ber çavan nagire. Ji ber vê yekê em raste rast bi gel û rêxistinên civakî re dikevin nava têkiliyê. Di kampanya Ji Ocalan re Azadî de navdarên Îngîlîzan, lîstikvan, muzisyen, gelek kesên din hene. Divê em peyamên xwe bigînin tevan."       Burke, da zanîn ku di sala 2019'an de Tirkiye ziyaret kirin û di bin baneyê Unite the Union de gelek xebat kirin. Bi piştgiriya Brîtanya kampanya “Ji Ocalan re Azadî" dest pê kirin. Lê ji ber şewba vîrûsê ev xabat belav bû. Niha li ser hesabê Twitter û Facebookê ev xebat tê meşandin. Me daxwaza Ji Ocalan re Azadî di her platformê de anî ziman. Me bi Sekreretê Giştî yê Sendîkaya TUC Francis O'Grady û sendîkayên din re daxuyanî dan çapemeniyê.      Burke, herî dawî anî ziman ku piştî şewba vîrûsê bi dawî bibe armanc dikin ku heyeta ji nûnerên sendîkayan pêk tê ava bikin û wiha got: "Ku şewba vîrûsê bi dawî bibe em dixwazin bên Tirkiyeyê. Ocalan de li wê giravê bi tenê neyê hiştin."    MA / Berivan Altan - Gozde Çagri Ozkose