Endamê HDP’ê Masyan hat binçavkirin 2021-03-10 11:51:47 STENBOL - Endamê HDP’ê Mehmet Masyan ê li Maltepeyê karê kirîn û firotina otomobîlan dike, serê sibê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Hat hînbûn ku Masyan ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî hatiye binçavkirin. Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Masyan ê li navçeya Maltepe ya Stenbolê karê kirîn û firotina otomobîlan dike, di saetên serê sibê de, di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Hat hînbûn ku Masyan ji ber parvekirinên xwe yên medya civakî hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku Masyan ê hat binçavkirin, birin Miduriyeta Şaxa Têkoşîna Bi Terorê ya Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.