Di danişîna Komkujiya Enqereyê de serokê dadgehê eywan terk kir 2021-03-10 13:44:51 ENQERE - Di danişîna Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê ku îro hat dîtin de di navbera malbatên xizmên xwe windakirin û serokê dadgehê de niqaş derket, serokê dadgehê eywana danişînê terk kir.  Danişîna 9'emîn a doza bersûcên fîrarî û bersûc Erman Ekîcî yên ji Komkiya Gara Enqereyê ku di 10’ê Cotmeha 2015'an de DAIŞ’ê pêk anîbû, tên darizandin, li Dadgeha Cezayê ya Giran a 4'emîn a Enqereyê hat lidarxistin.    Di danişîna ku malbatên xizmên xwe windakirin û gelek parêzerên ji Komîsyona Parêzeran a Doza Komkujiya 10’ê Cotmehê tevlîbûn de Parlementerên HDP’ê, CHP’ê, parlementerê serbixwe Ahmet Şik, Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz û rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kesan doz şopand.   Şandeya dadgehê ku di danişîna beriya vê de hatibû guhertin nêzîkî saetekê dereng hat eywana danişînê. Di danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir de Erman Ekîcî ji girtîgeha ku lê girtî bi SEGBÎS’ê beşdar bû. Serokê dadgehê yê ku belgeyên li dosyayê hatin zêdekirin aşkera kirin, diyar kir ku muzakereya ji Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê ku têkildarî materyalên dîjîtal ên Erman Ekîcî ya rapora pispor hatiye nivîsîn re bersiv nehatiye dayîn. Pişt re Hevjîna bersûc Muhammet Zana Alkan, Buşra Şahîn weke şahid hat guhdarkirin.    Di dema Buşra Şahîn weke şahid dihat guhdarkirin de di navbera malbatan û serokê dadgehê de nîqaş derket. Li ser hin pirsên parêzerên malbatên mexdûr ji Şahîn pirsîn, parêzera wê got “Tu ne mecbûrî bersiv bidî.” Li ser vê yekê kesên li eywanê bertek nîşanî parêzer dan û gotin: “Em ji bo edaletê hatin ba hev. Bila parêzer li dij dernekeve.”   XWEST KESÊN LI EYWANÊ DERKEVIN DERVE   Di dema nîqaşê de serokê dadgehê xwest kesên li eywanê derkevin derve. Piştî vê nêzîkatiya serokê dadgehê muştekiyên li eywanê bi gotina “Me got edalet, li ser serê we dinivîse, tiştekî din me negot” bertek nîşan dan. Li ser gotina serokê dadgehê ya bi israr “derkevin”, bertekên “Em ji bo zarokên xwe, ji bo edaletê hatin. Em li vir vê dibêjin. Hûn ne wan me di darizînin” nîşan dan. Li ser vê yekê serokê dadgehê got “heke hûn dernekevin ez berdewamî danişînê nakim” û eywan terk kir.