Li Girtîgeha Metrîsê êriş li girtiyê nexweş hat kirin 2021-03-10 14:57:34 STENBOL - Girtiyekî edlî êrişî girtiyê nexweş Kemal Gomî yê li Girtîgeha Metrîs3e Tîpa R dimîne kir. Di daxuyaniya li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê hat dayîn de malbata Gomî diyar kir ku ji jiyana Gomî bi fikar in û xwest êrişkar bê cezakirin û sewqî cihekî din were kirin.  Ji bo girtiyê nexweş Kemal Gomî ku li Girtîgeha Metrîsê Tîpa R tê ragirtin li baxçeyê odeya xwe bi êrişa girtiyekî edlî re rûbirû ma. Ji bo vê êrişê malbata Gomî li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Parêzera malbata Gomî Raziye Tûrgût û Endamên Komîsyona Girtîgehan ên ÎHD’ê beşdarî civînê bûn. Li eywanê pankarta “Girtiyên nexweşê giran Kemal Gomî ne bi tenê ye. Bila li girtîgehan mafê jiyanê û ewlehiya can bê pêkanîn” hat daliqandin.    GOMÎ: EZ JI JIYANA BIRAYÊ XWE BI FIKAR IM   Birayê Gomî, Feyzûllah Gomî ji ber bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketiye, bi metneke nivîskî dengê xwe ragihand.    Gomî diyar kir ku ku birayê wî yê 28 sal in di girtîgehê de ye nexweşê şizofren ê kronîk e û wiha got: “Birayê min ji aliyê kesekî ku em nizanin kî ye ve bi çekeke serê wê jêkirî rastî êrîşê hatiye. Vî kesî ev çek ji ku dîtî ye. Dîsa weke ku birayê min sûcdar derketina wî ya bexçeyî ji 2 saetan daxistine saetekê. Em ji jiyana birayê xwe bi fikar in. Em dixwazin lêpirsîna derbarê vî kesî de hatiye destpêkirin demildest encam bigire, ev kes were cezakirin û ji wê girtîgehê sewqî cihekî din were kirin.”   NEHIŞTIN BI MUWEKÎLÊ XWE RE HEVDÎTINÊ BIKE   Parêzera Gomî, Raziye Ozturk jî da zanîn ku nizanin bûyer çawa pêk hatiye, li ser êrişê çûye girtîgehê lê rayedarên girtîgehê nehiştine bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bike. Ozturk destnîşan kir ku ev yek pêkanîneke kêfî ya îdareyê bû û wiha got: “Li gorî rapora heyî divê muwekîlê min niha di girtîgehê de nemine. Daxwaza me ya ewil ewe ku mafê wî yê tenduristiyê bê parastin û li gorî biryara DMME’yê tevbigerine.” Ozturk, destnîşan kir ku wê şopdarên bûyerê bin.