Rojnamevan Guzupek hat binçavkirin 2021-03-10 15:46:18 NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnamevan Zekeriya Guzupek di çarçoveya lêpirsînek derbarê wî de hatiye destpêkirin li Hawêlê hat binçavkirin.  Xebatkarê ajansa me û rojnamevan Zekeriya Guzupek dema ji Amedê diçû Wanê, li bajaroka Veysel Qeranî (Ziyaret) a girêdayî navçeya Hawêla Sêrtê di kontrola rê de ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Hat zanîn ku Guzupek di çarçoveya lêpirsînek derbarê wî de hatiye destpêkirin li Hawêlê hat binçavkirin. Nehat zanîn ku wê Guzupek bibin kîjan navenda binçavkirinê.