Dadgehê doza komkujiya 10'ê Cotmehê taloq kirMalbatên kuştiyan: Em ê her tim edaletê bixwazin 2021-03-10 16:35:29 ENQERE - Danişîna doza komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an a li GAR'a Enqere pêk hatibû, berdewam kir. Li salonê malbatên kuştiyan daxwaza edaletê kirin. Lê serokê dadgehê xizmên kuştiyan ji salonê derxist û danişîna dozê taloqî 19'ê Adarê kir.    Di 10'ê Cotmeha 2015’an de endamên DAIŞ'ê li GAR'a Enqereyê êrîşî girseya tev li mîtîngê bûbûn kiribû. Di êrîşa DAIŞ'ê de 103 qasidê aştiyê jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes birîndar bûn. 9’emîn danişîna doza komkujiyê li 4'emîn dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê pêk hat. Malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn û Endamê Komîsyona Parêzeran a Komkujiya 10'ê Cotmehê amade bûn. Dîsa wekîlên HDP, CHP, wekîl Ahmet Şik, Serokê TÎP'ê Erkan Baş, Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdeniz û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn.    Heyeta dadgehê ku di danişîna berê de hat guhertin 1 saetê dereng hat danişînê. Di danişînê de bersûc Erman Ekicî ji Girtîgeha lê girtî bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Heyeta dadgehê diyar kir ku ji bo rapora der barê maretlayên dijîtal a aydî bersûc Erman Ekicî bê şandin ji Dadgeha cezayê Giran a Dîlokê agahî xwestibû, lê hêj tu nivîs ji wan re nehatiye şandin. Piştre hevjîna bersûc Muhammet Zana Alkan, Buşra Şahin jî hat guhdarkirin.  Di danişînê de serokê Dadgehê xwest xizmên kuştiyan salonê terk bikin. Lê Serokê  Dadgehê got 'Ji salonê derkevin'. Xizmên kuştiyan jî gotin 'Em ji bo edaletê hatine. Em ji salonê dernakevin. Divê hûn ne me, wan darizînin.' Li ser îtirazan Serokê Dadgehê got 'Hûn dernekevin ez danişînê berdewam nakim' û salon terk kir. Piştî demekê heyeta dadgehê dîsa hat salonê. Heyetê dîsa got 'malbat salonê terk nekin ezê danişînê taloq bikim'  Parêzer li dijî vê yekê derketin û diyar kirin ku kev ne zagonî ye. Wekîlên CHP û HDP’ê jî bertek nîşanî helwesta heyeta dadgehê dan.    Li gel hemû israran, heyeta dadgehê danişîn rawestand û taloqi 19'ê Adarê kir. Serokê heyetê gefa "Di danişîna bê de jî heman dîmen hebe ezê dîsa taloq bikim" li xizmên kuştiyan xwar. Xizmên kuştiyan bertek nîşanî vê helwesta dadger dan û li masayan xistin. Bi çepik û yuh heyet şermezar kirin.    LI PÊŞ EDLIYÊ DAXUYANÎ DAN   Piştî danişînê xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane û parêzeran li pêş Edliyeya Enqereyê daxuyanî dan çapemeniyê. Komê li pêş edliyê dirûşmeya "10'ê Cotmehê ji bîr neke û nede ji bîr kirin berz kirin." Seroka Komeleya 10 Ekîm Der'ê Mehtap Sakîncî Coşgun bertek nîşanî helwesta dadgehê da û got: "Em bûn şahid ku hevalek me ji ber gotina  'Em Edaletê dixwazin' heyetê em ji salonê derxistin. Ev yek ruhê kesên jiyana xwe ji dest dane carek din birîn dike. Îro bavê kesekî zarokê xwe winda kiriye ji salonê derdixin. Ev nîşan dide ku êşa wî hîs nakin. Em ê dîsa vê salonê bi daxwaza edaletê tijî bikin."      Parêzer Îlke Işik jî anî ziman ku tiştê îro hat serê wan ne karê aqilan e û wiha got: "103 mirovan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan. 697 kes tev li vê dozê dibin. 5.5 sal berê komkujiya herî mezin a vî welatî pêk hat. Em 5 salin kêm nebûn û em ê kêm nebin. Em ê tu carî dest ji daxwazên xwe yên edaletê bernedin." Kom bi dirûşmeyan ji ber avahiya edliyê belav bûn.