ROJEVA 11'Ê ADARA 2021'AN 2021-03-11 09:00:23 * Di ser windakirina nûçegihanê Rihayê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû re 27 sal derbas bûn. Birayê wî Cemal Babaoglû, anî ziman ku şahid hene, lê dosye ji bo bê girtin hatiye sekinandin.  * Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, diyar kir ku dê di Newroza Amed, Mêrdîn û Wanê de ji bo kampanyaya zimanê kurdî îmzeyan berhev bikin û Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA'yê Ahmet Kaya jî destnîşan kir ku dê xebata ji bo ziman yekîtiya neteweyî xurttir dike.    *  432 roj in xeber ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokûyê nayê girtin. Dozgerê lêpirsînê jî ji mlabata Dokûyê re gotiye: "Em lêdikolin. Heger hewce be em ê gazî Zaînal bikin û îfadeya wî bigirin." Xwişka Aygul Dokû jî got: "Êdî tu tişt ji wê dosyeyê dernakeve."    * Parlementera HDP'ê Semra Guzel diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya "Destpêkê Edalet" de li 17 bajaran dixebitin. Guzel, destnîşan kir ku di dema xebatan de bêedaletiya heyî bi awayekî aşkere berbiçav dibe.   * Huseyîn Beyoglû ku YSK'ê ew kir şaredarê Şaredariya Rezanê, xwest bi projeya mizgeftê qada hêşîn têxe ber îmarê. Dadgehê, diyar kir ku projeya navbirî dê ji xeynî mizgeftê rê li ber avahiyên din jî veke û ji ber vê ew da sekinandin.    * Li Wanê lidarxistina çalakî û xwepêşandanan hezar û 571 roj in qedexe ne. Parêzer Jîndar Ûçar ku li dijî vê serî li dadgehê da, diyar kir ku bi qedexeyan azadî û mafên qanûnî tên binpêkirin.    * Hevseroka TÛHAY-DER a Şaxa Wanê Kûdret Temel, diyar kir ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de, daxwazine rewa ne û bang li rayedaran kir ku gavina bavêjin.    * Li Alanyayê 27 esnafên kurd bi îxbareke pûç hatibûn binçavkirin. Piştî salekê derbarê wan de îdianame hat amadekirin.    * Danişîna doza rojnamevan Hakki Boltan dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00-18.00)   * HDP dê "Hevdîtinên Ji Bo Kar û Nan" li Mêrsînê berdewam bike. (10.00/18.00)   * Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza "Edaletê" nobet da destpêkirin dê di roja 3'yemîn de çalakiya xwe berdewam bike.   * Danişîna 5'emîn a doza 25 kesên ji dosyeya KCD'ê ya Wanê tên darizandin dê li Dadgeha Wanê were lidarxistin. (09.15)   * Rêxistinên tenduristiyê yên li Amedê di salvegera yekemîn de qurbaniyên vîrûsa koronayê wê li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bi bîr bînin. (12.30)   * Danişîna 5'emîn a doza 15 jinên ji Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) tên darizandin li Dadgeha Wanê wê bê lidarxistin.