TÛHAY-DER: Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin 2021-03-11 09:00:54 WAN - Hevseroka TÛHAY-DER a Şaxa Wanê Kûdret Temel, diyar kir ku daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de, daxwazên rewa ne û bang li rayedaran kir ku gavina biavêjin.  Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di roja 105'an de ne. Hevseroka Komeleya Alîkariyê ya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY-DER) a Şaxa Wanê Kûdret Temel, bang kir ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.    DAXWAZINE REWA    Temel, anî ziman ku bidawîbûna tecrîdê, dayîna ava germ, derketina hewadariyê û çûna nexweşxaneyê daxwazine rewa ne. Temel got: "Em jî dixwazin tecrîd bê rakirin. Divê mafên ku bi qanûnan hatine diyarkirin pêk bên."   Temel, bilêv kir ku naxwazin wekî berê kes jiyana xwe ji dest bidin û got: "Wezareta Dadê û parlementer divê bêdeng nemînin. Rojek berî rojekê divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin."    DAXWAZA MALBATAN    Temel, destnîşan kir ku daxwaza malbatên girtiyan jî heman daxwaz e û got: "Malbat dixwazin her kes xwedî li daxwazên girtiyan derkeve û binpêkirinên mafan bi dawî bibin. Her wiha dixwazin girtiyên nexweş ên 75-80 salî bên berdan. Dibêjin, 'Heger gavek neyê avêtin dê biçin ber girtîgehan."    Temel, diyar kir ku heya daxwaz neyên qebûlkirin dê çalakî jî bi dawî nebin û got: "Berî ku girtî çalakiya xwe veguherînin a bêdem û bêdorveger divê tecrîd bê rakirin. Bila cenaze dernekevin ji girtîgehan. Bila her kes dengê xwe bilind bike, bêdeng nemîne û xwedî li girtiyan derkeve."