Malbata Şenyaşar edaletê dixwazeYên sûc kirine serbest digerin 2021-03-11 10:11:22   RIHA - Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo daxwaza edaletê nobeta li ber avahiya Edliyeya Rihayê di roja 3'an de berdewam dikin. Malbata Şenyaşar anîn ziman ku kujer diyar in û hêj serbest digerin.    Di 24’ê Hezîrana 2018’an de di pêvajoya hilbijartina giştî de li Pirsûsê xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ê Parlamenterê AKP'ê êrîşî malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşê de hevjîn Haci Esvet Şenyaşar û law Adîl û Celal Şenyaşar hatin kuştin. Dayik Emine Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 3 roj berê li pêş Edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kirin û nobeta lêgerîna edaletê kirin. Nobeta  lêgerîna edaletê di roja 3'emîn de berdewam dike. Daxwaza hêvdîtinê ya malbata Şenyaşar a têkildarî dosyayê, ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Rihayê ve hat redkirinû piştî vê yekê malbatê dest bi nobetê kirin.    KUJER SERBEST DIGERIN    Malbatê li ser hesabê twitterê agahî parve kirin û wiha got: "Edalet dereng bê jî em razî ne. Yên li nexweşxaneyê sûcê mirovahiyê kirin diyar in. Kujer serbest digerin. Em ji bo malbata xwe û hemû kesan edaletê dixwazin."