Di doza KCD’ê de şertê kontrola edlî ya 28 kesan rabû 2021-03-11 11:50:12   WAN -  Li Wanê, 28 kesên ku bi hinceta endamtiya KCD’ê tên darizandin, şertê kontrola edlî ya li ser wan rabû.    Li Wanê, 5’emîn danişîna doza 28 kesên ku bi hinceta endamtiya KCD’ê berdayî tên darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Wanê hat dîtin. Hin kesên tên darizandin bi parêzerên xwe re tevlî danişînê bûn. Berîtan Tayan ku ji dosyayeke din girtî darizandin bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Siyasetmedarên ku tevlî danişînê bûn sûcdariyên li wan tên kirin red kirin û beraeta xwe xwestin.    Parêzerên siyasetmedaran jî daxwaz kirin ku şertê kontrola ya li ser muwekîlê wan bê rakirin.    Dadgehê, daxwaza parêzeran qebûl kir û şertê kontrola edlî ya li ser 28 siyasetmedaran rakir û ji bo ku ewraqên kêm bên komkirin danişînê taloqî 24’ê hezîranê kir.