Jinên Şengalî dixwazin astengiyan derbas bikin: Jinek birîndar bû 2021-03-11 12:05:25   ŞENGAL - Jinên Şengalê li dijî astengiya hêzên Iraqê pêşengiya xwepêşandanê dikin û bi tundî astengiya hêzên Iraqê şermezar dikin. Di aloziya navbera jinan û artêşa Iraqê de jinek ji serê xwe birîndar bû.      Jinên Êzîdî ji ber astengiya hêzên Iraqê ya li seytereya Tilizêrê bihêrsin. Jinên Êzîdî dixwazin astengiyên artêşê derbas bikin û xwe bigihînin navenda Şengalê, ji bo tevlî meşa dijî peymana Bexda-Hewlêrê bibin. Di dîmenên hatin parvekirin de jî diyar bû dayîk û jinên ciwan nerazîbûnên tund nîşana leşkerên Iraqê didin û gotin: “Hun ji jinan ditirsin, ji ber wê asteng dikin”.   Di encama nerazîbûn û aloziyên navbera gel û artêşa Iraqê de jinek çalakger bi kevir birîndar bû. Jina ku navê wê ne hate zanîn, tê gotin ji serê xwe bi kevir birîndar bûye, lê rewşeke metirsîdar nîne. Ji ber nerazîbûnên gel ên dixwazin barîkatê rakin û derbas bibin jî hêzên Iraqê ji bo tirsandina gel gule berdane hewayê. Alozî hîn jî berdewam dike û tevî nerazîbûnan jî destûr nadin bikevin Şengalê. Li navenda bajêr jî gel li ber konê nobetê ya ji bo piştgiriya asayîşa Êzîdxanê kom bûne û dirûşim diavêjin.