Tanrikûlû ji bo rojnamegerên êriş li wan tê kirin daxwaza lêkolîna meclisê kir 2021-03-11 12:26:39   ENQERE – Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, ji ber êrişên ku li rojnameger û siyasetmedarên tên kirin zêde dibin, daxwaza lêkolîna meclisê kir.   Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, têkildarî êrişên ku li rojnameger û siyasetmedarên tên kirin di demên dawîn de zêde dibin, pêşniyarlêkolîna meclisê da Serokatiya Meclisê. Tanrikûlû, di pêşniyarlêkolîna xwe de destnîşan kir ku roj bi roj Tirkiye ji bo rojnameger û siyasetmedaran dibe cihekî xeternak û daxwaz kir ku Meclis têkildarî êrişên li ser rojnameger û siyasetmedaran lêkolîn bike.