TEV-DEM: Serhildana Qamişlo fikrên Baasê yên nijadperest aşkere kir 2021-03-11 12:53:05   QAMIŞLO - TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê şehîdên 12’yê Adara 2004’an bi bîr anîn û got: “Serhildana Qamişlo fikrê Baasê yê şovenîst û nîjadperest yê li hemberî Kurdan û pêkhateyên din ên Sûriyê aşkere kir. Sehildana gel bersivdana planên komploger bû."   Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), bi boneya salvegera serhildana Qamişlo ya 12`ê Adarê daxuyanî da. TEV-DEM`ê di daxuyaniyê de, diyar kir ku bi boneya salvegera 17`an a serhildana Qamişloyê, bejna xwe li hemberî şehîdên serhildana Qamişloyê û hemû şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditewînin û got: "Serhildana gel a di 2004'an de li Qamişloyê dest pê kir û wekî pêleke bahozê li bajarên Rojava û bajarên herî mezin ên Sûriyê li hemberî rejîma Baasê ya şovenîst belav bû."    TEV-DEM'ê, anî ziman ku ew êriş komployeke plankirî û organîzekirî bû ku ji aliyê hin şovenîstên Baasê ve pêk hat û wiha gotin: "Armanca wê şikandina vîna gelê me û tunekirina çanda me, nirx û destkeftên me yên ku li Rojava bûn. Her wiha hewl dan fîtneyê di navbera kurd, ereb û pêkhateyên din de derxe. Lê bi awayekî lez ji aliy gel ve serhildaneke li hemberî wan planên komploger. Ev serhildan, rejîma Sûriyê xist nava aloziyeke tengav a ku heta roja me ya îro jî berdewam e. Serhildanê ew neçar kir ku hevsengiya xwe ya siyasî li ser astên hundirîn û derve winda bike. Divêyabû ku rejîma Sûriyê roleke erênî bilîsta û hinek guhertin di destûrê de çêkiribana, daxwazên kurdan bi cih anîbana û ji bo pêşxistina demokrasiyê bixebitiya, lê li şûna wê heta roja îro hesabê ji Kurdan dixwaze."    TEV-DEM'ê da zanîn ku tevî 10 sal di ser şoreşê re derbas bûne jî, lê ji ber serhişkiya rejîma Baas û hevkariya wê bi Tirkiye re hîna alozî berdewam e û çareseriya siyasî pêk nehatiye û wiha lê zêde kir: "Li rex wê jî rêkeftina Adanayê berdewam kir û rejîm ber bi asoyên xitimandî ve bir. Li aliyekî din bahoza tesfiyekirina hesabên siyasî yên herêmî û navneteweyî dest pê kirin û rejîma Sûriyê xwe ji berpirsyarî û pêkanîna erkên xwe ji bo vedîtina çareseriyên aştiyane da aliyekî. Nexasim diyaloga bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku ji bo Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî têdikoşe. Rêveberiya Xweser ji bo vegerandina nasnameya nîştimanî ya Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê yên civakî têkoşînekê dide meşandin. Ev çareseriya herî guncav a hemû pirsgirêkên li Sûriyê ye. Ji bilî wê jî alozî dê girêktir bibe û nakokî dê berdewam bikin. Rêjîma Baasê li gorî biryarên Lihevkirina Adanayê tevgeriya û bê ser û ber gelê me girt, her wiha şaxên terorê û dadgehên ewlekariya dewletê ji bo çewisandina gelê herêmê ava kirin."    'SERHILDANÊ FERASETA REJÎMA BAASÊ YA  FAŞÎST AŞKERE KIR'   TEV-DEM'ê, destnîşan kir ku gelê Qamişlo tevî bikaranîna guleyên zindî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, ku bû sedema şehîdbûna bi dehan, birîndarkirina bi sedan gel û girtina bi hezaran jî, bi rêya birêxistinkirina çalakiyên protestoyî yên demokratîk û aştiyane banga serbestberdana hemû girtiyan kirin û kiryarên zordar ên rejîmê yên di dema merasîma oxirkirina cenazeyê şehîdan de li dijî gel pêkanîn, şermezar kirin.   TEV-DEM'ê herî dawî bal kişand ser girîngiya serhildana gel û wiha bi dawî kir: "Serhildana 12`yê Adara 2004`an fikrê rêjîma Baasê yê faşîst û nîjadperestî yê li hemberî kurdan û pêkhateyên din ên li Sûriyê aşkere kir. Her wiha asta bandorbûn û xwe teslîmkirina rejîmê Baas ya ji dewleta Tirk a faşîst re di dema lihevkirina Adanayê re diayar bû. Heta roja me ya îro jî, ev rejîm bê vîn ma û bi kîndarî li civaka Kurd dinêre, ji ber ku gelê Kurd parastina axa Sûriyê û heta niha bi hezaran şehîd dane . Ev yek di dema ku axa Sûriyê tê dagirkirin û herêmên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatiye dagirkirin de pêk tê.   Wek Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) em bawer dikin ku rewşa Sûriyê ber bi rewşekî herî xirab ve diçe û di gelek aliyan de valahî û tevliheviyeke siyasî ya mezin heye û di gelek aliyan de bi girêk e ku temenê aloziyê dirêj dike. Ji ber paşdeçûna rewşa aborî karesateke mirovî ya rastîn rû dide. Pirsgirêka Sûriyê hundirîn e û çareseriya wê jî hundirîn e.   Her wiha em soz didin şehîdên şoreşa 12'ê Adarê û hemû şehîdên azadiyê ku li ser şopa wan bimeşin û wekî pêkhateyên Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên me asta têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Divê rejîma Sûriyê bi rasteqînî nêzî rewşa heyî bibe da ku beşên mayî ji Sûriyê ji karesatên muhtemel xilas bike. Divê rejîm avakirina civakeke demokratîk û vîna gelên azad ên li Sûriyê qebûl bike."