Li Cizîrê di nav çend deqeyan de qamyonetek xasên bêheq xelas bû 2021-03-11 12:53:33   ŞIRNEX – Li navçeya Cizîrê, qamyonetek xasên ku ji aliyê xêrxwazekî ve bêheq hat belavkirin, di nav çend deqeyan de xelas bû. Ev jî nîşan da ku gel di hêla aboriyê de çiqas zehmetî dikişîne.    Dîmenek ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat kişandin û li ser hesabên medya civakî hat belavkirin, şertên qrîza aborî ku li Tirkiyeyê her roj kûrtir dibe raxist ber çavan. Di dîmenê ku li ser kolana Hezexê hatiye kişandin de tê dîtin ku qamyoneteke xas ji aliyê xêrxwazekî ve bêheq li welatiyan tê belavkirin. Welatiyên ku li derdora qamyonetê kom bûne ji bo ku xasekê bigirin bi hev re ketine pêşbirkê û di nav 2 deqeyan de hemû xasên di qamyonetê de xelsa dikin.