DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anîn 2021-03-11 13:54:05   EDENE - Şaxa DAD’ê ya Edeneyê, di salvegera 100’emîn a Serhildana Koçgiriyê de qûrbanî bi vêxistina find û gotina lawjeyan bi bîr anîn.   Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Edeneyê, di salvegera 100’emîn a Serhildana Koçgiriyê de qûrbaniyên komkujiyê bi bîr anîn. Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Mehmet Karakiş û rêveberên ESP’ê jî di nav de gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Di bîranîna ku find hatin vêxistin de kêliyên hestiyar hatin jiyîn.    Hevserokê Şaxa DAD’ê yê Edeneyê Zeynel Kete, di bîranînê de axivî. Kete, diyar kir ku ev hişmendiya komkujer ji berê heta niha berdewam dike û wiha got: “Hişmendiya komkujer xwe li Zîlan, Sason, Dersim, Çorûm, Meletî, Mereş, Sîvas û Gaziyê xwe nîşan da. Tiştên li Gaziyê hatin jiyîn hêj di bîra me de ye. Ev hişmendî li Roboskê, Şengalê, Pirsûsê, Gara Enqereyê berdewam kir. Em di kesayeta Elîşêr Efendî û Dayika Zarîfe de kesên di Komkujiya Koçgiriyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em rihê berxwedanê yê ku ji me re hiştinê bi têkoşînê bidin jiyîn. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em Elîşêr û Dayika Zarîfe ji bîr nakin.”   Piştî axaftinan lokme hat belavkirin û lawje hatin gotin.