Sibê starta Newrozê tê dayîn 2021-03-11 13:54:37 NAVENDA NÛÇEYAN - Pîrozbahiya Newroza îsal bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” dê were lidarxistin. Newroz wê li 30 bajêr û 61 navçeyan were pîrozkirin. Sibê wê li Amedê bernameya Newrozê were eşkerekirin û danasîna strana “Dîsa li Newroza” ya Newrozê were kirin.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û partiyên siyasî yên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, wê sibê starta pîrozbahiya Newroza 2021’an bidin. Dirûşma Newroza îsal wek “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” hat diyarkirin. Agirê Newrozê wê li 30 bajêr û 61 navçeyan were pêxistin.    AGIRÊ EWILÎ WÊ LI XELFETIYÊ WERE PÊXISTIN    Pîrozbahiya ewilî ya Newrozê wê li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye were lidarxistin. Pîrozbahî wê heta 22’yê adarê berdewam bikin. Li Stenbolê wê Newroz di 20’ê adarê de were pîrozkirin û li Amedê jî ku salên bihûrî şahidiya beşdariya bi milyonan kes kir wê di 21’ê Adarê de were pîrozkirin.    STRANA NEWROZÊ    Sibê wê li otelek Amedê starta pîrozbahî ango bernameya Newrozê were dayîn. Her wiha di civîna sibê wê danasîna stran ango klîba “Dîsa li Newroza” ya ji aliyê hunermendên kurd ve hatiye amadekirin were kirin.