Amûrên 50 girtiyên ku sewq kirin nadin wan 2021-03-11 14:56:02   AMED – Hat diyarkirin ku amûrên 50 Girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî girtîgehên jimar 1 û 2 yên ewlehiya wan bilind hatin kirin, nadin wan.    Hefteya borî li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, 50 girtî sewqî girtîgehên jimar 1 û 2 yên ewlehiya wan bilind ên li heman qampûsê hatin kirin. Li gorî agahiyên ku ji xizmên girtiyan hatin wergirtin, rêveberiya girtîgehê beriya sewqkirinê girtiyan agahdar nekiriye û girtî bêyî ku amûrên xwe kom bikin hatine sewqkirin. Xizmên girtiyan, destnîşan kir ku amûrên zarokên wan ji aliyê girtîgehê ve hatine desteserkirin û hê jî radestî wan nekirine.