Ji bo girtiyên nexweş ên nehatin berdan ji dozê vekişiya 2021-03-11 15:43:45   QERS - Parêzer Bişar Abdî Alinak, bi armanca ku bertek nîşanî neberdana 2 muwekîlên xwe yên girtiyên nexweş bide, daxwaznameya xwe ya têkildarî paşvekişandina ji dozê pêşkeşî dadgehê kir.   Mûstafa Yardımciel (65) û Îzzet Altig (58) di 1’ê cotmeha 2020’an de hatibûn binçavkirin û girtin. Danişîna doza derbarê wan de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin, di 9’ê adarê de li  Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Qersê hatibû lidarxistin. Dadgehê, derbarê her du kesên ku hin nexweşiyên wan hene de biryara “berdewama girtinê” dabû.    PARÊZER JI DOZÊ VEKIŞIYA   Parêzer Bişar Abdî Alinak bi armanca ku bertek nîşanî neberdana 2 muwekîlên xwe yên girtiyên nexweş bide, biryara ji dozê vekişe da. Alinak ê daxwaznameya xwe pêşkeşî dadgehê kir û diyar kir ku neberdana muwekîlên wî bi hêceta “sûcên katalog” hatiye redkirin. Alinak da zanîn ku muwekîlê wî Mûstafa Yardımciel nexweşiya dil pê re heye du stend bi dilê wî ve ne, şekir û tansiyona zêde pê re heye û wiha got: “Derbas kirina qeyrana dil, anjiyobûn û 5 kîlo windakirina Îzzet Altıg ê 58 salî dadgeha we li ber çavan negirt. Dadgeha we biryareke ne wijdanî da. Li gel nexweşiyên muwekîlan, mayîna wan a di girtîgehê de ji aliyê jiyanî rewşeke bi fikar e. Lê dadgeha we mafê jiyanê û tenduristiya muwekîlan tune hesibandî ye.”   ‘BÊALÎBÛN WINDA BÛ’   Alinak di berdewama daxwaznameyê wiha got: “Di van dozên ku dadgeha we bêalîbûn û objektifiya xwe winda kir de, weke parêzerekê pêywîr girtin ji meşrûkirina biryara we zêdetirê pêş ve naçe. Ne pêkane ku ez vê rewşê bi awayekî hiqûqî û wijdanî qebûl bikim.”