Dayikên Aştiyê li dadgehê bi kurdî xwe parastin 2021-03-11 15:47:44   STENBOL -  Dayikên Aştiyê yên li ber Girtîgeha Bakirkoyê ji ber piştgirî dabûn çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018 û 2019’an tên darizandin. Dayik derketin pêşberî dadger û parastina xwe bi kurdî kirin.    Li Stenbolê 15 Dayikên Aştiyê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya di sala 2018’an û 2019’an de bikin li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî dabûn. Dayik hatibûn binçavkirin û pişt re hatibûn berdan. Bi îdiaya “li dijî qanûna meş û civînan derketine û li dijî polîsan derketine” doz li dayikan hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a doza dayikan li Dadgeha Cezayê Asliye ya Bakirkoyê hat lidarxistin.    Latîfe Bugday, Surreya Kilinç, Nesîbe Başaran, Zubeyde Adar, Selamet Demîr, Sînem Guzel, Emîne Erbek, Hafîze Şahîn, Ayşegul Yalçin, Sumanperî Akyildiz, Kumrî Akgul û Zehra Dogan ên negirtî tên darizandin û parêzerên xwe beşdarî danişînê bûn. Dayikan li dadgehê parastina xwe bi kurdî kirin û xwestin werin beratkirin.    Şandeya dadgehê xwest kêliya daxuyaniyê ka hişyariya belavbûnê hatiye kirin an nehatiye kirin were lêkolînkirin û danişînê taloqî 13’ê tîrmehê kir.