Xebatkarên tenduristiyê yên bûn qurbaniyên koronayê bi bîr anîn 2021-03-11 16:03:38   NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê di salvegera koronayê de hevpîşeyên xwe yên ji ber koronayê mirin bibîr anîn.    Rêxistinên ked û pîşeyî yên tenduristiyê di salvegera yekemîn a pandemiyê de ji bo xebatkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane di serî de li Enqereyê, Îzmîr, Amed, Riha û gelek bajarên din daxuyanî dan û qûrbaniyan bibîr anîn. Xebatkarên tenduristiyên li van bajaran bi gotina “Daxwazên me li ser zimanê me ye û qurbaniyên me di dilê me de ne” qurbaniyan bi bîr anîn û carek din daxwazên xwe anîn ziman.