63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-03-11 21:36:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di 24 saetên dawî de 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 14 hezar û 46 kesên din jî pê ketine.   Wezareta Tenduristiyê daneyên îro yên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên wezaretê, di 24 saetên dawî de 63 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirine û 14 hezar û 46 kesên din jî pê ketine. Bi vî awayî hejmara kesên ku heya niha mirine bû 29 hezar û 290 û hejmara kesên ku heya niha pê ketine jî bû 2 milyon û 835 hezar û 998.