3 girtiyên îşkence li wan hat kirin sewq kirin 2021-03-12 09:01:06 ENQERE - Ji Girtîgeha Bolû ya Tîpa F, 3 girtî bi îşkenceyê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 ya Îzmîrê hatin kirin. Xwişka girtî Latîf Mollaahmetoglû Dîlan Mollaahmetoglû, diyar kir ku bi sewqkirina girtiyan re îşkence li malbatên girtiyan jî dikin. Li gorî agahiyên Buroya Hiqûqê ya Gel (HHB) ku li ser hesaba xwe ya medya civakî parve kirin, girtî Denîz Şah, Latîf Mollaahmetoglû û Îlhan Kaya, di 2’yê adarê de bi îşkenceyê ji Girtîgeha Bolû ya Tîpa F, sewqî Girtîgeha Îzmîrê ya Tîpa F a Hejmara 2'yan hatine kirine. Xwişka girtî Mollaahmetoglû Dîlan Mollaahmetoglû, da zanîn ku divê rêveberiya girtîgehê derbarê sewqan de ew agahdar kiribûna û anî ziman ku piştî du rojan ji sewqa birayê xwe agahdar bûne.    ‘DI NAVA TECRÎDÊ DE TÊN TECRÎDKIRIN’   Mollaahmetoglû, destnîşan kir ku piştî li hucreyan êrîşî girtiyan kirine, ew sewq kirine û wiha got: “Pereyên ku me razandine hesaba wan negihiştiye destê wan. Van mirovan 2 rojan çi xwar û vexwar in. Rayedarên girtîgehê ku ji ber pandemiyê girtî nedibirin revîrê û nexweşxaneyê, dikare wan ji Bolûyê bibe Îzmîrê.” Mollaahmetoglû, bi lêv kir ku bi sewqkirinan peyama “Heke hûn îşkenceyê teşhîr bikin em ê jî we tecrîd bikin” tê dayîn û ev tişt gotin: “Di nava tecrîdê de tên tecrîdkirin. Sirgun ne tenê îşkenceya li girtiyan tê kirine, di heman demê de tê wateya cezakirina malbatan jî. Dizanîn ku me weke malbatan dengê wan ragihandiye. Ji ber sirgunkirinê, em bi her awayî zehmetiyan dikişînin. Li Bolûyê tiştên weke sarinc û televîzyonê hebûn. Em ê mecbûr bimînin ku li girtîgeha ku çûne careke din van tiştan bikirin.”