Ekîncî yê ku eskeran ew birîndar kiribû: Kesê min birîndar kir hîn jî esker e 2021-03-12 09:01:15 COLEMÊRG - Li Robarokê, gava Reşît Ekîncî tevî hevalên xwe çûbû geştê, eskeran bera wan dabû û ji serê xwe birîndar bûbû. Ekîncî, diyar kir ku eskeran gef lê xwariye û jê re gotine: "Ez im dewlet, bixwazim dikarim te bikujim." Her wiha Ekîncî, da zanîn ku eskerê ku ew birîndar kiriye, niha li qereqoleke din eskeriyê dike.  Di 31'ê Kanûna 2020'an de li navçeya Robarokê ya Colemêrgê li texma gundê Çemêkurkê, eskeran berê ciwanê bi navê Reşît Ekîncî dabû. Ekîncî ji serê xwe birîndar bûbû.    Ekîncî ku gava tevî hevalên xwe li girê Celikan ê gundê Çemêkurkê digeriya eskeran bera wî dabû, tiştên ku hatin serê wî gotin.    GEF LÊ XWARIN    Ekîncî, diyar kir ku tevî 10 hevalên xwe çûne devera ku cihê geştê. Ekîncî, bilêv kir ku paşê wesayîteke eskerî li ser rê sekinye û eskerên ji wesayîtê daketine bi çend hevalên wî yên li qeraxa rê re axifîne û got: "Ji ber ku em li dûra bûn dengê wan nehatibû me ku gazî me kirine. Dû re fermandarê wan bi hêrs hat cem me, gef li me xwarin û heqaret li me kirin."    Ekîncî, anî ziman ku fermandarê eskeran xwestiye bi darê zorê bera wan bide, lê belê wan jî gotiye cihê lê ne ne devereke qedexekirî ye û got: "Ji bo ku em ji wir biçin çend derb bera hewayê dan û got 'Gere hûn biçin.' Heger bihata bi zimanekî xweş biaxiviye û bigota 'hûn çi dikin', me yê jî bi xweşikî bersiv bida. Nehiştin em amûrên xwe jî bi hev din. Piştî ku fermandar çend derb bera hewayê dan, çawîşekî pispor û 3 eskerên qereqola nêzî me jî hatin. Çawîşê pispor pir bihêrs bû. Hat got, 'Divê hûn bçin, ev der qereqol e û herêmeke qedexe ye.' Gava ez bi fermandar re diaxivîm, çawîşê pispor gef li hevalên min xwarin. Çawîş got, 'Ez im dewlet, çek jî heye. Heke bivê ez ê we bikujim.'"    ‘ÇAWÎŞ BERÊ ÇEKÊ DA MIN'   Ekîncî, diyar kir ku çendî ku eskeran gef dixwarin jî lê ew bi hêmînî tevgeriyane û got: "Gava mesele mezin bû, çawîş bi pehînan û kulman li hevlên min xist. Min jî got, 'Ma hûn şerm nakin, hûn wisa dikin.' Di vê navê de çawîş berê xwe da bin û bi ser min de hat. Berê çekê da nava min û wê min bikuşta. Gav min destê xwe li çeka wî xist û min got, 'Tu dixwazî çi bikî, ma çavê te lê ye tu min bikujiî.' Wî jî got, 'Belê, heke bivê ez ê te bikujim. Hûn kî ne, hûn hatine vira.' Paşê çek teqan, berî ku birevim min rahişt çakêtê xwe. Wê kêliyê 2-3 fîşekên ku bera ber nigên min dan, hatin li serê min ketin."   'PIŞTÎ ÇEK TEQANDIN ÇÛN'   Ekîncî, bilêv kir ku piştî wextekê ji ser hişê xwe ve çûye û gava ji ser hişê xwe ve çûye eskerên li wir çûne û eskerên payebilind hatine û gotine, "Xêr e?" Ekîncî, anî ziman ku piştî ku bûyer gotine, eskerên payebilind jî gotine 'Li qisûrê nenêrin, me nizanibû hûn ji gundê Çemêkurkê ne. Ya na me wisa nedikir.'    Ekîncî, diyar kir ku giliyê eskeran kiriye.    GAZÎ WÎ KIRINE    Ekîncî, bilêv kir ku wê kêliyê bi telefona xwe dîmenên bûyerê girtine û li ser medyaya civakî parve kirine û ji ber van dîmenan qereqolê gazî wî kiriye û jê re gotine ku "dibe ku ji ber van dîmenan 2-3 sal ceza lê bê birîn" û got: "Heger min dîmen negirtana, ê ji ber tiştekî din ceza li min bibiriyana."    ÇAWÎŞÊ PISPOR HÎN JÎ LI SER KAR E    Ekîncî, da zanîn ku çawîşê pispor ê ku ew birîndar kiriye hîn jî dixebite û niha li qereqoleke din e û got: "Hîn jî dixebite. Ê mexdûr em in. Berê li sînor pismamê min Vedat Ekîncî, Necdet Yaman û herî dawî jî Ozcan Erbaş hatin kuştin. Dibû ku min jî bikuştana. Em jî welatiyên vî welatî ne û em naxwazin tiştên wisa bên serê me."