Berxwedana Qamişlo: Bi şoreşa Rojava, xwîna ciwanan li erdê nema 2021-03-12 10:43:47 RIHA - Bi ser berxwedana Qamişlo ku Kurdan li dijî êrişên Rejîma Baasê dîrok nivîsandin re 17 sal derbas bûn. Yek ji şahidên berxwedanê Nasreddîn Ahmê, bal kişand ser şoreşa Rojava û got: “Xwîna ciwanên Kurd li erdê nema. Sîûd Hûssein ê bi dîmenên kişandibûn ev berxwedan ji tevahiya cîhanê re ragihand jî, girîngiya yekitiya Kurdan bi bîr xist.   Li bajarê Qamîşlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 12’ê Adara 2004’an de, di dema lîstika futbolê ya di navbera tîmên El Cîhad a ji Qamişlo û El Fitiwê ya ji Dêrazorê bûyer derketin. Rejîma Baasê ev bûyer weke hincet nîşan da bû û êrîşî Kurdan kiribû. Di êrişê de 52 kesan jiyana xwe ji dest dan bûn. Bi ser vê Berxwedana Qamişlo re 17 sal derbas bûn. Serhildana li stadyuma Qamişlo dest pê kir li bajarên weke Serêkaniyê, Hesekê, Amûdê, Efrîn, Helep û paytexa Sûriyeyê Şamê belav bû. Gelê Kurd di vê serhildanê de  li dijî Rejîma Baasê Derket û bi berxwedana xwe navê xwe  li dîrokê nivîsand.   Rejîma Baasê, li dijî berxwedana gelê Kurd a bi şîara “Bijî Kurdistan, bimre rejîma Baasê” daketin kolanan çekên giran bi kar anîn û tankan êriş kiribû. Bi vî awayî xwestibû serhilata gelê Kurd têk bibe. Di vê êrişa rejîmê de, 52 Kurd hatibûn qetilkirin, bi sedan kes birîndar bibûn û bi hezaran kesên beşdarî berxwedanê bibûn jî, hatibûn binçavkirin û girtin.   ‘JI BO KOMKUJIYÊ HATIBÛN’   Yek ji şahidên wê demê rêveberê Koma Qanişlo Nasreddîn Ahmê (50) ew roj bi van gotinan vegotin: “Dema ku dibêjin berxwedana Qamişlo, berî her tiştî qeyremantî tê bîra min.”   Masreddôm Ahmê, diyar kir ku 12’ê Adarê dîroka berxwedana Qamişloye û wiha behsa wan rojan kir: “Koma futbolê ya Dere Zorê hatibû Qamişlo. Lê di rastiyê de, ew ji bo lîstika futbolê nehatibûn, ji bo komkujiyê bikin hatibûn. Bi xwe re kevir, dar, kêr û gelek amûrên birînê anîbûn. Agahiya Hêzên Ewlekariya Sûriyeyê ji wan hebû. Yanî bi hevre ev plan danîbûn. Lîstikê dest pê kir. Dûre jî êrişî ciwanên me kirin. Her ku çû êriş dijwar bûn. Êdî bûyer mezin bû. Ciwanên li Qamişlo çawan bûyer bihîstin, berê xwe dan stadyûmê. Di kêliya êrişkirinê de 3 zarok hatin qetilkirin. Şer û pevçûn mezin bûn. Êdî her kesî berê xwe dabûn stadyûmê. Waliyê Hesekê yê wê demê hat Qamişlo. Ferman da ku guleyan bi ser gelê Kurd de bireşînin. Li wê derê çend ciwan şehit bûn. Kesê ku ewil şehîd ket navê wî Gîvara bû.”    BERXWEDANA KURDAN   Ahmê, da zanîn ku gelê Kurd piştî êrişa li Stadyûmê, ketin nava berxwedanê û wiha pê de çû: “Her kesî li ber xwe dida. Hinek di nava xwînê de mabûn û can didan, hinekan jî dîmen û wêneyên bûyerê digirtin û berxwedan ji tevahiya cîhanê re radigihandin. Her tim civîn dihatin çêkirin. Di van civînan de biryar dihatin girtin ku gel wê çawan bersiva êrîşan bide. Dîsa bangên ji bo tevlîbûna meşan dihat kirin. Di heman demê de, cenazeyên ciwanên şehît bibûn jî, li ser milan bûn û bi meşan dibirin goristanan. Her tim dirûşmeya “Bijî Kurdistan bimre Rejîma Baas” dihatin avêtin. Ev dirûşmeya ku bi salane dewam dike, hîna jî rastiya xwe diparêze. Di dema definkirina cenazeyan de, eskerên Rejîma Baasê carek din bi çekan êrişî gel kirin. Li wir jî gelek ciwan şehit kirin. Tenê rêya berxwedanê hebû. Bi dehan şehîd hatin dayîn, bi sedan mirov hatin birîndarkirin, lê gel cardin berxwedana xwe dewam kir û berpirsiyartiya xwe bi cih anî.”    ‘XWÎNA CIWANAN LI ERDÊ NEMA’   Ahmê, dest nîşan kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê, hîna jî Kurd dibin êrişên dijwar de ne û wiha bi dawî bû: “Lê berxwedana gelê Kurd mezin dewam dike. Li Rovaja îro ferqek mezin heye. Kurd niha pir serkeftine. Hêz û artêşa Kurdan heye. Rêxistinbûyînek cîdî heye. Xwîna ciwanên Kurd ên bi sed salane tê rijandin, li erdê nema.”   YEKITIYA KURDAN   Yek ji şadihên serhildanê Sîud Hussein ku di dema êrişan de, bi kameraya xwe ew kêlî dikişandin û di medyayê de ji tevahiya cîhanê re radigihand jî, diyar kir ku roja 12’ê Adarê roja destpêka serhildanê bû. Hûssein, da zanîn ku bêyî ku Kurd bitirsin, ew serhildan û berxwedana xwe bi salan dewam kirin.    Hûssein, bi bîr xist ku wê rojê gelê Kurd berpirsiyartiya xwe bicîh anî û xwedî berxwedanê derket. Hussein, bal kişand ser wan rojan û wiha got: “Wê demê, her Kurdekê, saziyên civaka sivîl, saziyên mafên mirovan û partiyên siyasî, hemû kesê rol û ristan xwe lîstin. Gel zilma li dijî xwe derket holê û bi dengekê bilind, ji tevahiya cîhanê re ragihand. Xwîna şehîdên 12’ê Adarê û keda gel, îro li Rojava bi rêveberiya xweser a gelê kurd jiyanî bûye. Divê Kurd her tim xwedî hev derkevin. Di van rewşên wiha û vê pêvajoya heyî de, yekitiya gelê Kurd pir girînge.”    MA / Bariş Polat