Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2021-03-12 11:37:16 STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê dimînin, ji bo hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Di heman demê de, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî, bi rêya parêzeran serî li heman dozgeriyê dan. Malbatan diyar kir ku heke hevdîtin pêk neyê, dixwazin mafê xwe yê hevdîtina telefonê bikar bînin.    Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji 15’ê adara 2015’an û vir ve tenê 5’ê hezîrana 2019'an, 12’ê tebaxa 2019’an û 2’ê adara 2020’an bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîn. Hamîlî Yildirim jî ji roja birine Îmraliyê heta niha tenê 5’ê hezîran, 12’ê tebaxa 2019’an hevdîtin pêk anî. Hevdîtina ji ber şewata Îmraliyê li ser fikaran di 2’yê adara 2020'an de çêbû jî ji ber kesê were hevdîtina Yildirim nexweş bû hevdîtin pêk nehat.   MAFÊ TELEFONÊ    Ocalan, piştî 21 salan cara yekem di 27’ê Nîsana 2020'an de bi telefonê hevdîtin li gel malbata xwe pêk anîbû. Girtiyên din ên li Îmraliyê jî piştî sala 2015’an, cara yekem di 27’ê Nîsanê de bi telefonê hevdîtin pêk anîbûn.    Ji mafê hevdîtina telefonê ya piştî 21 salan tenê carekê hat bikaranîn, di 7’ê Îlona 2020'an de qedexeya 6 mehan hatibû sepandin.