Çiftyurek: Newroza 2021'an dê bibe Newroza Yekîtiyê Buldan: Divê dîsa li Ruhê Newroza 2013'an vegerin 2021-03-12 13:13:57 AMED - Nûnerên Xebata Tifaqa Kurdistanî piştî daxuyaniya Newrozê axivîn û gotin dê Newroza 2021'an bibe Newroza Yekîtiya Neteweya Kurdan. Nûneran bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xwestin ku li şûna înkarê dîsa li Ruhê Newroza  2013'an vegerin û peyamên Ocalan ên 2013'an esas bigirin. Xebata Tifaqa Kurdistanî piştî deklerasyona Newroza 2021'an li Amedê aşkere kirin, nûnerên partiyên siyasî peyamên Newrozê parve kirin. Ewil Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Newroz pîroz kir û wiha got: "Newroza îsal ji bo me gelek girîng e. Em ê Agirê Newrozê geş bikin. Em ê tecrîdê bişkînin û Newroz pîroz be."     'MESELEYA HERÎ GIRÎNG YEKÎTÎ YE'    Serokê Partiya Komînîsta Kurdistanê Sînan Çiftyurek jî bal kişand ser girîngiya Yekîtiyê û wiha got: "Newroz bang e. Ji bo destkieftiyên xwe pêşwazîb bikin bang e. Peyamên xwe yên siyasî dide. Sala 2021'an ji bo gelê Kurd meseleya herî girîng Yekîtiya Gelê Kurd e. Em îro dizanin koalîsyona li dijî DAIŞ'ê dibêjin 'ji bo me Rêveberiya Başûr û Rojhilat Yek e. YPG'ê û Peşmerge yek in.' Pêşengê Kurdan jî gotin 'Divê Kurd bibin yek' Em bibin yek an em nebin yek dê di pêşerojê de diyar bibe. Niha rayedarên Tirkiye bang li DYA dikin. Dibêjin 'Ey DYA hûn ê aliyê zaliman bin an aliyê Mazluman bin'. Kurdan wekî zalim dibînin. Xwe jî wekî mazlum dibînin. Bakur jî ya me ye. Başur jî ya me ye. Îro divê em bibin yek û Newrozê bikin wesîleya Yekîtiya Neweteya Kurdan."     'JI BO EM BIBIN XWEDÎ AX, AL Û ZIMAN DIVÊ EM BIBIN YEK'    Serokê Partiya Azadî Ayettullah Aştî jî li ser yekîtiyê rawestiya û got: "Xweda pîrozahiya herî mezin a ji mirovan re şandiye Kur-an e. Li gorî Eyeta Kur-anê dibêje hemû mirov li cem xwedî yek in. Divê her dem alîkarî bi mazluman re bê kirin. Ger ku em îro bixwazin bibin xwedî al, ol û netew, divê em yekîtiyê di nava xwe de ava bikin. Piştî me yekîtî di nava xwe de çêkir û me serokek hilbijart. Wê demê dê bibin xwedî ax û war. Dema di nava mirovan de zilm û zor zêde dibe xwedê qasidek şandiye. Pêxember şandiye. Pêxember ji bo zilma di nava wan de bi dawî bike û edaletê peş bixe şandiye. Em hêvîdarin ku gelê bindest û gelê kurd peyama îlahî rast fam bikin."      'EM BI RUHÊ BERXWEDANÊ TEV LI NEWROZÊ BIBIN'   Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî li ser rola Newrozê rawestiya û got: "Em Neworzek girîng li Rojhilata Navîn pêşwazî dikin. Ji ber vê yekê em hatin cem hev. Ev Newroz ji bopêşeroja gelê Kurd wê bibe destpêka azadiya Kurd û tifaqa Gelê Kurd. Em wekî partî, sazî û gelê Kurd û Kurdistanê amade ne. Em dixwazin gelê Kurd bi cil û bergên xwe bi ruhê xwe li dijî tundiya vîna gelê kurd û bi ruhekî berxwedêr tev li vê Newrozê bibe. Tevlêbûn û pîrozkirina vê Newrozê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê gelek girîeng e. Em gelê Kurd amade ne. Me amadekariya xwe xelas kiriye. Newroz li gelê Kurd û Kurdistanê piroz be."     'EM VEGERIN SALA 2013'AN'    Herî dawî Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîen Buldan jî bal kişand ser girîngiya peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Newroza 2013'an û wiha got: "Em hevî dikin ku Newroza 2021'an li gelê cîhanê aştî, aramî û azadiyê bîne. Em di pêvajoya ku gelên cîhanê pêdivî bi aştî, azadiyê dibînin de Newrozê pîroz bikin. Sala par ji ber şertên pandemiyê me Newroz pîroz nekir. Lê îsal dîsa emê şertên pandemiyê li ber çavan bigirin û Newrozê bi coşek mezin ji bo bibe wesîleya aştî û demokrasiyê pîroz bikin. Li ser vê axê her sal Newroz bi coşek herî mezin hatiye pîrozkirin. Lê Newroza herî bi wate û bi coş me di sala 2013'an de pîroz kir. Ev ji bo pêşeroja gelan xwedi rolek dîrokî ye. Di diroka Kurdan, Tirkiye û hemû gelê Rojhilata Navîn de bû Mîllat. Deklerasyona Newrozê ku birêz Ocalan amade kiribû di Newroza Adedê de ji hemû gelê cîhanê re hat xwendin.    DIVÊ BI LEZ TECRÎDÊ RAKIN   Me di wê pêvajoye de piştî deklerasyon hat xwendin de xwest gavek girîng bavêjin. Ger ku ew deklerasyon li ber çavan hatiba girtin û tiştên li wir hatin gotin li ber çavan hatiba girtin, dê îro tiştên li Tirkiye û Rojhilata Navîn pêş dikevin ne wisa bûya. Ev name ji bo demokratîkbûna Tirkiye hatibû amadekirin. Lê mixabin ew pêvajo û neme li ber çavan nehat girtin û hat heyfkirin. Em hêj li pey wê nameyê ne. Em hêj hevî dikin ku ew name û deklerasyon derbasdar bibe û em têxin meriyetê. Ger ku pêvajoyê berdewam kiribûya dê Birêz Ocalan bang PKK'ê kiribûya ku çekan berde. Di hevdîtina herî dawî de dîsa Birêz Ocalan gotibû 'Ger ku hûn hefteyekî destûr bidin min, Ezê di hefteyekî de aştiyê pêk bînin.  Lê li şûna guh bidin dengê Ocalan tecrîd bêtir giran kirin. Tişta îro bê kirin divê bi lez tecrîdê rakin. Ji ber ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê bi lez tecrîdê rakin. Divê dîsa şertên ruhê 2013'an dîsa paşve vegerin. Gelê Tirkiye û civaka Tirkiye aştiya civakî dixwazin. Aştiya civakî bi înkarê nabe. Aştiya civakî bi qedexeya ziman, çand û nasnameyan pêk nayê. Aştiya rastîn, bi qebûlkirin û naskirina nasname, bawerî û rengan pêkan e.  Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe wesîleya aştî û demokrasiyê. Aştî, demokrasî û azadî teqes dê li ser vê axê pêk bê. Em carek din hevî dikin ku Newroza 2021'an bibe wesîleya aştî, demokrasî, azadî, wekhevi i edaletê."