Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê 2021-03-12 14:23:51   ENQERE - Piştî ku cezayê girtîgehê yê li Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû hatibû birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin, fezleke derbarê wî de hatibû amadekirin. Fezlekeya têkildarî Gergerlîoglû gehişt Meclîsê.    Serokê TBMM’ê Mûstafa Şentop ê pirsên rojnamegeran bersivandin, diyar kir ku biryara darazê ya derbarê Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîgolû de hat dayîn, duh bi şev hat Meclîsê. Şentop, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Serokatiya Meclîsê, fezlekeyan sewqî Komîsyona Têkel dike. Piştre ev komîsyon pê re mijûl dibe. Dosyeya Gergerlîgolû duh bi şev hat. Ka ewil ez dosyayê bibinim…”   Gergerlîoglû, piştî ku fezlekeya derbarê wî de gehişt Meclîsê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev parvekirin kir: “Divê Serokê TBMM’ê rêzê bide vîna gel û destûrnedayîn gel. Divê yekemîn parazvanê mafên bingehîn be. Ev biryar hem bêmafe û hem jî divê li benda biryara AYM’ê behiştin. Ma vale vale bûye serokê meclîsê? Gelo li ser dîwarê TBMM’ê çi dinivîse?”