Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye 2021-03-12 15:12:24   AMED - Serokê Navênda Mafên Parêzeran ê Baroya Amedê Bariş Yîgît, xwest ku lêpirsîna dij hiqûqî ya derbarê 18 hempîşeyên wan de hatiye destpêkirin bi dawî bibe.   Navênda Mafên Parêzeran ê Baroya Amedê, bertek nîşanî lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de hatiye destpêkirin da. Bi hêceta ev parêzerên beşdarî îfadeyên rêveberên Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Li Derguşa Şaristaniyê Windakirine (MEBYA-DER) bûbûn lêpirsîn hatiye destpêkirin. Parêzeran li pêş Edliyeya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniya ku pankarta “Parastin nayê bêdengkirin, nayê rawestandin” hat vekirin de gelek parêzer beşdar bûn.    ‘LI DIJ HIQÛQÊ YE’   Serokê Navênda Mafên Parêzeran ê Baroya Amedê Bariş Yîgît di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku parêzerên ku parazvanên edaletê ne bi êrişeke nû re rûbirû ne. Yîgît da zanîn ku ji ber hempîşeyên wan ji bo dosya MEBYA-DER’ê vekalet dane weke gumanbar li dosyayê hatine zêdekirin û ev lê pirsîna derbarê hempîşeyê wan de hatiye destpêkirin kêfî ye û dij hiqûq û qanûnan e.    'LÊPIRSÎN TÊKÇÛNA HIQÛQÊ YE'    Yîgît diyar kir ku parêzer bi gefan re rûbirû ne û wiha domand: "Parêzer êdî ji wekaletnameyên digirin jî tên sûcdarkirin û rastî gefa lêpirsînê tên. Xebatên hempîşeyên me yên ku li dijî bê hiqûqiyê mafên muwekîlên xwe diparastin hatiye astengkirin.” Yîgît destnîşan kir ku lêpirsîna derbarê hempîşeyên wan de hatiye destpêkirin têkçûna hiqûqê ye û got: “Em vê mijarê weke berdewama lêpirsîna 34 hempîşeyên me yên di mijdara 2020’an hatibûn binçavkirin dibînin. Bi van êrişên sîstematîk dixwazin xebatên pîşeyî yên parêzeran asteng bikin.” Yîgît bang kir ku lêpirsîna derbarê hempîşeyên wan de hatiye destpêkirin demildest bê bidawîkirin