Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû 2021-03-12 15:42:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî, kesên di Serhildana Qamişlo de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn û diyar kir ku Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû.    Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, bi boneya 17'emîn salvegera Serhildana Qamişlo ya di 12'ê Adara 2004'an de pêk hat, kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest da bûn bi bîr anîn. Ebdî li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û wiha got: "Fedakariyên şehîdên serhildanê îro bi rêveberiyeke xweser a demokratîk tacîdar bûne ku hemû şêniyan hembêz dike, wan diparêze û ber bi azadî û rûmetê ve dibe.”   Ebdî destnîşan kir ku Serhildana 12`ê Adara 2004`an a li dijî zordariya rejîma Baasê, çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an a li Rojava ye.