Pasûr bi berfê xemilî 2021-03-12 15:51:40   AMED – Li bajarên herêmê, bi baranan re bi qasî 10 pîleyan germ daket û li navenda navçeya Pasûrê berf bariya û erdê girt.    Li bajarên herêmê, baran, tavî û li deverên bilind berfa ku di saetên şevê de dest pê kirin, di saetên nîvro de cihê xwe ji pele ewran re hiştin. Ji ber bandora berfê û bayê gur, li bajaran di navbera 7 û 10 pîleyan de germ daket.    Li navenda navçeya Pasûrê ya Amedê jî bi berfa ku serê sibehê dest pê kir bi rengê spî xemilî. Berfê li navenda navçeyê bi qasî 5 santîman û li deverên bilind ên navçeyê jî bi qasî 10 santîman erdê girt.     Bi vekirina hewayê re berfa li navenda navçeyê heliya û berfa li deverên bilind jî hê heye.