Bi hezaran li dijî komkujiya Gazî meşiyan 2021-03-12 16:06:16   STENBOL - Di 26'emîn salvegera Komkujiya Gazî de bi hezaran kes meşiyan û komkujî şermezar kirin. Li ser navê Platforma 12'ê Adarê Erkan Şîmşek got: "Ne îqtîdar, dê gel qatilan ceza bikin"    Di 26'emîn salvegera Komkujiya Gazî de, bi hezaran kes li dijî komkujiya Gazî meşiyan û komkujî şermezar kirin. Di 12'ê Adara 1995'an de li Qada Gazî ya Navçeya Sultangazî komkujî pêk hatibû. Di komkujiyê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi sedan kes birîndar bûbûn. Platforma 12'ê Adarê bi minasebeta salvegera komkujiyê meş li dar xist. Bi banga Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) û Platforma 12'ê Adarê bi hezaran kes li pêş Cemxaneya Gazî kom bûn û di bin dorpeça polîsan de meşiyan. Girsê di meşê de pankarta "Ji Gaziyê heta Umraniyê em edaletê dixwazin" vekirin û wêneyê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan rakirin. Girse dîsa dirûşmeyên "Ji Hasan heta Ulaş ev şer didome", "Hêrsa dayikan dê qatilan bifetisîne" û "Şehîdên Gazî nemir in" û "Ji yên li Gazî ketin û şer kirin re hezar silav" û "Bijî têkoşîna me ya yekbûyî" berz kirin.    QURNEFIL DANÎN CIHÊ KOMKUJIYÊ   Girsê piştî meşê li cihê komkujiyê yek bi yek navê kesên jiyana xwe ji dest dabûn xwendin. Hemû kesan bi hevre gotin “Dijî" Di meşê de polîsan bi helikopter, maşîneyên zirxî û TOMA girse şopand. Girsê piştî meşê li cihê komkujiyê qurnefil danîn û kesên jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn.  Li ser navê Platforma 12'ê Adarê birayê Dîlek Şimşek a di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû Erkan Şimşek axivî. Şîmşek, anî ziman ku taxa Gazî fêrî van êrîşan bûye û wiha got: "Ev komkujî li dijî hemû gelan bû. Kujeran dest û piyên xwe li ba kirin û winda bûn. Hêrsa Gazî her sal mezin bû û ket kolanan. Li vê qadê bi dehan kes hatin qetilkirin û bi sedan kes birîndar bûn. Ne îqtîdar dê gel qatilan ceza bike. Em ê lêgerîna edaletê bidomînin. Îro bi dehan rojnamer û siyasetmedar ji ber li dijî bêedaletiyê têdikoşin hatine girtin û li zindanê ne. Li dijî tecrîdê, li dijî bê edaletiyê ji bo aştiyê li zindanan greva birçîbûnê didome. Ev berxwedan rûmet e. Îro ev çalakiya rûmetê di roja 106'an de berdewam dike. Li gel biryara DMME'ê îro bi dehan siyasetmedar û rojnameger girtî ne."    Girsê piştî qurnefil danîn meşiyan Goristana Gazî û kesên jiyana xwe ji dest dabûn li ser gorên wan ew bibîr anîn.