Dayika Kaya jiyana xwe ji dest da 2021-03-12 16:06:59   EDENE - Dayika Veysî Kaya yê bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan canê xwe dabû ber agir Fatîme Kaya jiyana xwe ji dest da.   Dayika Veysî Kaya yê li ser agahiyên “Bi jehrdanê, jiyana wî di talokê de ye” û tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di sala 2006’an li Edeneyê canê xwe dabû ber agir Fatîme Kaya, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.    Hat diyarkirin ku li ser wesiyeta dayika Fatma Kaya, dê cenazeyê wê li kêleka gora kurê wê Veysî Kaya ya li Goristana Kuçukoba ya Edeneyê bê definkirin.