AKP’î û cerdevan li pêş avahiya HDP’ê ne 2021-03-12 16:58:15   WAN - Piştî ku kolana avahiya Rêxistina HDP’ê bi bariyeran hat girtin, komeke ku Endamên Meclîsa Şaredariyê yên AKP’î û cerdevan jî di nav de bi polîsan re çalakî kirin.   Di saetên serê sibê de polîsan careke din Kolana Nacîbey ku avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê lê ye bariyeran girt. Pişt re komeke 5-6 kes bi îdeaya ku zarokên van revandine çiya hatin li pêş avahiya partiyê. Endamên Meclîsa Şaredariya Ertemetana Wanê yê AKP’î Fûat Tunel û Enver Yabaş, Endamê Meclîsa Şaredariya Berê yê Şaxê yê AKP’î Kemal Alçik, Serokê Federasyona Eşîretên Qedîm Rasîm Aslan, Serokê Federasyona Cerdevanan Ayhan Kahraman û Salîh Ozbek ê xwe weke pêşengê eşîretê bi nav dike bi komê re bûn. Kesên di nav komê de her tim ji partiyiyan re xeber gotin û heqaret kirin.     HDP’iyan jî bi megafonê bi van gotinan anons kir: “Ji kesên li pêş HDP’ê kombûne re dibêjim. Çalakiya hûn dikin provakasyona desthilata faşist a AKP’ê û MHP’ê ye. Ji kerema xwe belav bin. Herin kesên xwe yên winda li pêş Walitiya Wanê bigerin. Navnîşana windahiyên we ne HDP ye. HDP navnîşana aştiyê ye.”