ROJEVA 13'Ê ADARA 20221'Ê 2021-03-13 09:00:54 * Mazlum Dogan li Zindana Amedê di 21'ê Adarê de bi 3 darikê çixatê agir berda bedena xwe û bû kawayê Hemdem. Birayê Mazlum Dogan Fevzî Dogan anî ziman ku birayê wî wekî Kawayê Hemdem ketiye nava rûpelê dîrokê û wiha got: “Em bi ruhê Mazlûm ê berxwedêr dakevin qadên Newrozê û Newrozê pîroz bikin."  * Yek ji bajarên ku di dema qedexeyên derketina derve de hatibû dorpêçkirin û piştî şer û pevçûnên bi mehan domandibûn hatibû rûxandin, Nisêbîna Mêrdînê bû. Gelek malbat 5 sal in li bendê ne ku hestiyên zarokên xe bibînin.    * Parêzer Ramazan Kûrt, anî ziman ku di ser qedexeya derketina derve ya Geverê re 5 sal derbas bûne, lê belê hîn jî binçavkirin û girtin didomin. Kûrt, bilêv kir ku şahidekî 400-500 kes teşxîs kirine û ji ber vê hema bibêje ji her malbatê kesek dikeve ber lêpirsînan.    * Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Stenbolê Bijîşk Osman Ozturk, helwesta û têkoşîna hikûmetê ya li hemberî pandemiyê rexne kir û got: "Em dizanin, a ku me dikuje tenê ne vîrus e."    * Derbarê 20 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Wanê de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de lewheya kesk û sor û zer, stranên kurdî û saeta dîwaran sûc hatine hesibandin.    * Siddik Kivanç ku 26 sal in girtiye, berê 4 caran ketibû greva birçîbûnê. Kivanç ku daxilî çalakiya greva birçîbûnê ya niha jî bûye, ji her kesî xwest ku berî ku rewşa li girtîgehan giran bibe, li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.    * Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê yên ji salên 90'î heya sala 2020'î dema niha ronî dikin.    * Şemsettîn Abî bi KHK'ê hatibû îxrackirin û derbarê lêpirsîna wî de biryara neşopandinê hatibû dayîn. Lê belê Komîsyona Rewşa Awarte, pankarata "Newroz Pîroz Be" ku Abî daliqandibû kir hincet û serlêdana wî ya ji bo vegera ser kar red kir.    * Çalakiya nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê wê di roja 5'emîn de berdewam bike. (09.00)   * Komîteya Amadekar a Newrozê ya Wanê, dê derbarê pîrozbahiyên Newrozê yên li bajêr de, li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîlên wan bên darizandin û winda bên dîtin dê çalakiya xwe di hefteya 833'yemîn de berdewam bikin. (12.00)   * Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), wê bi hêzên azadîxwaz û demokratîk re, deklarasyona Newroza 2021'an, li Otela Hîll a Taksîmê aşkere bike. (12.00)   * Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 630'emîn de çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)    * Komîteya Amadekar a Newrozê ya Amedê, wê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Peyasê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 340'emîn de, li Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 468'emîn de çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. (13.30)   * Odeya Bijîşkan a Amedê, wê li Salona Konferansê ya Tahir Elçî ya  Baroya Amedê merasîma "Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê" li dar dixe û xelatê bide Hevseroka Giştî ya Mafên Mirovan Eren Keskîn. (14.00)