5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin 2021-03-13 09:01:07 MÊRDÎN - Yek ji bajarên ku di dema qedexeyên derketina derve de hatibû dorpêçkirin û piştî şer û pevçûnên bi mehan domandibûn hatibû rûxandin, Nisêbîna Mêrdînê bû. Gelek malbat 5 sal in li bendê ne ku hestiyên zarokên xe bibînin.  Di navbera 16'ê Tebaxa 2015'an û 18'ê Adara 2016'an de di bin navê "qedexeyên derketina derve" de gelek bajarên kurdan hatibûn dorpêçkirin. Gimgim, Cizîr, Silopiya, Nisêbîn, Gever, Farqîn û Sûr jî di nav de li 7 bajaran û 35 navçeyan qedexeyên derketina derve hatibûn ragihandin. Li gor rapora Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) li van bajaran herî kêm 310 sivîl jiyana xwe ji dest dane û milyon û 642 kesî bandor ji vê rewşê girtine.      Yek ji van bajaran jî Nisêbîn bû. Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) di 25'ê Gulana 2016'an de daxuyandibû ku "Ji Nisêbînê derketine". Piştî vê daxuyaniyê di 26'ê Gulanê de 17 jê zarok herî kêm 17 sivîl ji bajêr hatine derxistin. Li gor qeydên dozgeriyê li navçeyê 69 polîs, esker û cerdevan mirine û 528 jî birîndar bûne. Wezareta Karên Navxweyî jî îdia kiribû ku 495 YPS'yî jiyana xwe ji dest dane, lê belê YPS'ê jî daxuyandibû ku 51 endamên YPS û YPS/Jinê jiyana xwe ji dest dane. Li gor qeydên dozgeriyê cenazeyê 58 kesî ji navçeyê hatine derxistin, lê belê Hevserokê Şaxa MEYA-DER a bi KHK'ê hat girtin Şerîf Çelîk jî diyar kiribû ku ji navçeyê 83 cenaze hatine derxistin.    BAJÊR KAVIL KIRIN    Piştî ku şer bi dawî bû, li bajêr qedexeya derketina derve di 25'ê Tîrmeha 2015'an de bi awaekî qismî û di 21'ê Nîsana 2018'an de jî bi temamî hatibû rakirin. Şêniyên navçeyê yên vegeriyabûn, li şûna xaniyên xwe bi molozan re rû bi rû mabûn. Li taxê Kişla, Zeynelabidîn, Abdulkadîrpaşa, Dîcle, Firat û Yenîşehîrê, ku bi giştî 42 hezar kes diman, hezar û 786 xanî hatibûn xerakirin.    NEDIYARIYA DNA'YÊ    Cenazeyên ji navçeyê hatibûn derxistin li Mêrdîn, Riha, Dîlok û Meletiyê li goristanên bêkesan hatibûn definkirin. Ji van cenazeyan 22 jê hîn jî li goristana bêkesan a navçeya Artûklûyê ne û yên din jî li bajarên derdorê ne. Heya niha nehatiye zelalkirin ku bê çend cenaze radestî malbatan hatne kirin û çend jê radestî malbatan nehatine kirin. Her wiha hin cenazeyên ku DNA'yên wan û ên malbatan li hev derketine jî, lê belê ji ber ku Qeymeqamtiya Nisêbînê biryar daye ku "divê cenazeyên PKK'yiyan" li Goristana Hecacê neyên definkirin, malbat jî nikarin rahêlin cenazeyên xwe.    Piştî şer û xerakirina bajêr, li bajêr dest bi çêkirina avahiyên TOKÎ'yan hatibû kirin. Di dema çêkirina avahiyan de gelek perçeyên laşên mirovan hatibûn dîtin û tê texmînkirin jî gelek perçeyên laşên mirovan di nav molozan de mane.    QEDEXEKIRINA DEFINKIRINÊ    Yek ji cenazeyên ku radestî malbatê nehatiye kirin jî cenazeyê Mehmet Şîrîn Agirman e. Ji bo DNA'yê xwîn ji malbatê hatibû stedin û piştî 6 mehan encama DNA'yê diyar bûbû. Lê belê hatibû tespîtkirin ku wê demê cenazeyê Agirman li Rihayê hatiye definkirin. Malbatê ku xwest cenazeyê kurê xwe li Goristana Hecacê defin bike, bi biryara qedexekirina definkirinê ya qeymeqamtiyê re rû bi rû mabû.    Dapîra wî Latîfe Akyuz ku li Nisêbînê dijî, anî ziman ku di 7 qedexeyên ewil de ji ber ku ji bajêr derneketine polîsan avêtiye ser mala wan û di dema avêtina ser malê de polîsan tahde li bûka wê û kurê wê kiriye. Akyuz, diyar kir ku li di qedexeya 14'ê Adara 2016'an de ji bêgavî ji bajêr derketine. Akyuz, anî ziman ku wê çaxê neviyê wê ku bi navê "Memoş" bang wî dikirin winda bûye û lêgeriyane, lê belê piştî pê hesiyane li cem hevalên xwe li bajêr e, êdî fikar û guman bi wan re nemane. Akyuz got: "Em tirsiyan ku ketiye destê dewletê. Dewlet tahdê dike, înfaz dike, digire, winda dike. Em li zarokên xwe bigerin jî em wan nabînin. Em ji tirsa dewletê li zarokên xwe digerin."    Piştî ku malbat pê dihee Mehmet Şîrîn jiyana xwe ji dest daye, vê carê li Riha, Mêrdîn û Qoserê, li morgan li cenazeyê wî digere. Akyuz, diyar kir ku li morga Rihayê rayedarê morgê ji wan re gotiye, ji ber ku cenaze perçe bûne nikarin rê kesî bidin û wan jî li gelek cenazeyan neriye, lê belê cenazeyê Agirman teşhîs nekirine. Akyuz, li bendê ye ku cenazeyê neviyê xwe li Goristana Hecacê defin bike.    'DOZA HESTIYAN DIKIM'    Cenazeyê Abdulselam Deger jî radestî malbatê nehatiye kirin.    Dayik Latîfe Deger got: "Ez doza hestiyên kurê xwe, doza gora wî dikim. Dixwazim axa wî mist bidim."    Deger bang li malbatên ku zarokên wan li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan wernegirtine kir: "Werin em bi hev re doza cenazeyên xwe bikin."    Deger, diyar kir ku heya niha gelek caran serî li saziyên têkildar dane, lê belê ji wan re gotina: "Li gor vê xwînê cenaze tune ne." Dayik Deger got: "Gava çûm Nisêbînê her der bi têlan girtibûn. Xênî xera kiribûn. Ez çûm, qîriyam. Lê tiştek bi dest min neket. Mafê me ye ku em doza hestiyên zarokên xwe bikin. Heya sax bim ez ê doz bikim. Dev jê bernadim."    Cenazeyê Abdûllah Karadûman ê 17 salî jî radestî malbatê nehatiye kirin.    Bav Metîn karadûman, anî ziman ku çûye ser 50 cenazeyî û gelek caran çûye dozgeriyê lê dîsa jî tiştek bi dest nexistiye û rayedaran jê re negotiye ji ber çi encama DNA'yê diyar nebûye. Bav Karadûman, bang li raya giştî û rayedaran kir ku cenazeyên wan radestî wan bên kirin.    MA / Ahmet Kanbal