Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî 2021-03-13 10:33:38       MÊRDÎN – Girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Mêrdinê sewqî Girtigeha Tîpa T a Amedê kirin, li bloka ku girtiyên edlî lêne bi cih kirin. Girtî Îlhan Dayan, bi rêya malbata xwe agahî dan û diyar kir ku teklîma eskerî û jimartina li ser piyan li wan ferz dikin.    Girtiyên siyasî yên ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdîne sewqî Girtîgeha Tîpa T a Amedê kirin, li bloka girtiyên edlî girtî ne bi cih kirin. Di 19'ê Sibatê de 13 girtiyên siyasî ji Mêrdînê sewqi girtîgehên cuda kirin. 9 girtiyên siyasî sewqî girtîgeha Tîpa T a Amedê kirin. 6 ji wan sewqi Girtîgeha T-3 û T-4'an kirin. Yek ji wan Îlhan Dayan ê 28 salin girtî ye. Li gel Îlhan Dayan û 2 kesên din sewqî Girtîgeha T-3 kirin. Alî Aslan ê 15 mehin girtî ye û 2 kesên din sewqî Bloka T-4 kirin.    9 girtiyên siyasî ku di bloka girtiyên edlî de tên girtin, xwest wan sewqî nava girtiyên siyasî bikin. Lê ev daxwaza girtiyan ji aliyê rêveberiya girtigehê ve hat redkirin. Ji girtiyên ku sewq bûye Îlhan Dayan û Alî Aslan serpêhatiyên li girtîgehê bi riya xizmên xwe bi raya giştî re parve kir. Birayê Îlhan Dayan Hamdullah Dayan, anî ziman ku bi telefonê bi birayê xwe re axivî ye û wiha got: "Li odeyê tenê 3 ranza û mase hene. Wekî din tiştekî din tune ye. Tevî hemû daxwazên wan, kêmasiyên heyî nayên temam kirin.    Dayan, anî ziman ku birayê wî gotiye “Ji xwe em 3 kes in. lê li me ferz dike ku li ser piyan me bijmêre û teklîma eskerî li me ferz dike.' Heta niha birayê min 3 caran daxwazname daye. Lê tenê yek bi awayekî devkî bersîvandiye. Gardiyan li girtiyan ferz dikin ku wekî eskeran teklîm bidin.    WEKÎ 12'Ê ÎLONÊ YE   Dayan, diyar kir ku zextan li ser malbatan jî dikin û wiha got: "Dema malbat û xizm diçin ziyaretê, 2 gardiyan li vî milî û 2 gardiyan li milê din ên kabineyan radiwestin û zextê li girtiyan û malbatan dikin. Malbat nikarin derbasî kabîneya din bibin û nikarin silavekê bidin girtiyê din. Bêyî agahî bikin telefonan qut dikin. Pêkanînên niha ji yên 12'ê îlonê xerabtir in. Birayê min xwest van pêkanînên li girtîgehê bi çapemeniyê û raya giştî re parve bike.    ‘BAVÊ MIN Û HEVALÊN XWE DI TECRÎDÊ DE NE'     Kurê Alî Aslan Rûken Aslan jî anî ziman ku bavê wî li Girtîgeha T-4'an dimîne û wiha got: "24 rojin hêj îskanek çay nedane wan. Nanekî didin 3 girtiyan. Li odeya wan tenê ranze û nivîn hene. Wekî din tu tişt tune. Bavê min û hevalên xwe di bin tecrîda giran dene. Dixwazin sewqa wan bê kirin." Aslan xwest demildest ev bê hiqûqî bi dawî bibe.