Gurmez: Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye 2021-03-13 10:56:02   ANKARA - Midurê ji Karên Nivîsê Berpirsyar ê Rojnameya Xwebûnê Îdrîs Gurmez, diyar kir ku rojnameyên kurdî bi hinceta "zimanê biyanî" ji bo girtiyan nedayîn, qebûlnekirina kurdan û zimanê kurdiye.    Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan û partiya wî, li dijî gelê kurd, kurdî weke amûrê hilbijartinê bikartîne. Girtîgeh jî li qedexe û astengiyên li ser kurdî ên bi şêweyên cuda tên pêkanîn zêde bûn. Piştî ku rêveberiya Girtîgeha Bakirkoyê Rojnameya Xwebûnê ya heftane weşanê dike, bi hinceta “zimanê nayê fêmkirin” neda girtiyan, vê carê jî rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê bi hinceta “zimanê biyanî ye” rojname neda girtiyan.   Abdurrahîm Akalp ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî ye, di nameya xwe ya ku ji Cîgirê Hevserokên HDP’ê yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar Alîcan Onlu re şand de, diyar kir ku bi hinceta Rojnameya Xwebûnê bi “zimanê biyanî ye” ketina wê ya girtîgehê hatiye qedexekirin.   Ji Akalp ê derbarê qedexeya rojnameyê de serî li Miduriyeta Giştî ya Ceza û Ragirtinê da re ev bersiv hat dayîn: “Li gorî mevzûatê ji bo ku em bi zimanê biyanî rojname û kovaran qebûl bikin me di nivîsa xwe ya têkildar ku me ji Miduriyeta Giştî ya Ceza û Ragirtinê şandî de daxwaza destûrê kiri bû. Di nivîsa miduriyetê ya têkildarî mijarê şandî de destûr nehatiye dayîn. Biryara ku Rojnameya Xwebûnê teslîmî girtî neyê kirin û ji bo ku teslîmî kesê were seredana wî rakirina depoyê hatiye dayîn…”   ‘NEQEBÛLKIRINA LI DIJÎ KURDÎ’   Em derbarê mijarê de bi Midurê ji Karên Nivîsê Berpirsyar ê Rojnameya Xwebûnê Îdrîs Gurmez re axivîn. Gurmez, diyar kir ku dîtina weke “zimanê biyanî” ya kurdî qebûlnekirina kurdan û zimanê kurdî ye. Gurmez, da zanîn ku heta têkildarî zimanê kurdî gavên şênber û qanûnî neyên avêtin ev rewşên wisa dê bidomin û wiha axivî: “Divê nedayîna girtiyan a Rojnameya Xwebûnê ya bi hinceta “zimanê biyanî” jî di vê çarçoveyê de were nirxandin.    WÊ BIKEVIN NAV HEWLDANEN QANÛNÎ   Gurmez, anî ziman ku biryara qedexeyê di heman demê de  cihê "pêkenokê ye” û wiha got: Rojnameya Xwebûnê di 23’ê Kanûna 2019’an de bi awayê fermî li gorî qanûnên Tirkiyeyê dest bi weşanê kir. Hem di medya nivîskî, hem jî ya dîjîtal de weşana xwe didomîne. Dema dest bi weşanê kir jî, hatibû diyarkirin ku dê bi kurdî be.” Gurmez, destnîşan kir ku kevneşopiya çapemeniya kurd bi salane didome, ji niha û şunde jî wê bi Rojnameya Xwebûnê bidome û da zanîn ku ji bo ku qedexeya derbarê rojnameya wan a di girtîgehan de bê rakirin, e wê bikevin nava hewldanên qanûnî.