Dayika Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin 2021-03-13 12:00:54   EDENE - Dayika Veysî Kaya yê ji bo şermezarkirina tecrîda li Îmraliyê xwe şewitandi bû, Fatîme Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin.   Dayika Veysî Kaya yê di sala 2006’an de li ser nûçeyên tecrîd û “jehrdayîna” Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan xwe şewitandi bû, Fatîme Kaya duh li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Xizmên Kaya cenazeyê wê, îro di saetên serê sibê de ji morga nexweşxaneyê girtin û anîn Goristana Kuçukoba ya Edeneyê. Piştî vecîbeyên olî, li ser wesiyeta xwe li rex gora kurê xwe Veysî Kaya hat definkirin.