Emîne Şenyaşar: Ger edalet di binê beton de be, ez ê ji wir derxînim 2021-03-13 12:53:41 RIHA - Emîne Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê ev 5 rojin di çalakiya “edaletiyê” de ye, bertek nîşanî helwesta darazê da û got: “Ger edalet dibine betonê de be jî, ez ê ji wir derxînim.”    Têkoşîn edaletê ya Emîne Şenyaşar a hevjînê xwe Hecî Esvet Şenyaşar û du kurên xwe Adil û Celal Şenyaşar, di encama êrişa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de ya berî hilbijartina 24’ê Hezîranê winda kirin, dewam dike. Çalakiya bi daxwaza “Edaletê” ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edliya Rihayê dest pê kirin, di roja 5’emîn de, dewam dike.     NEGIRTIN BEXÇEYÊ EDLIYÊ    Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de mîna her rojê hatin ber edliyê, lê bi hinceta dawiya hefteyê, destûr nehat dayîn ku bikevin baxçeyê edliyê. Malbata Şenyaşar li ser vê yekê ji derveyî baxçeyê edliyê dest bi çalakiya xwe ya rûniştinê kirin. Dayika Emîne Şenyaşar, bi wêneyên hevjînê xwe Heci Esvet Şenyaşar û 2 kurên xwe Celal û Adil Şenyaşar re, dowîzên “edalet” li ser nivîsandîbûn, bi dîwarê li ber rûnişt ve kirin. Lê wêne û dowîzên malbatê bi dîwar ve kirin, ji aliyê parazvên edliyê ve hatin rakirin û destûr nehat dayîn ku malbat bi dîwar ve bike.    Li aliyê din, xwişka Heci Esvet Şenyaşar ê li nexweşxaneyê hatibû kuştin Yahser Akpolat jî tevlî çalakiyê bû.    EDALET LI KU DERÊ YE?   Emîne Şenyaşar, peyama li gel hemû astengiyan jî ew ê çalakiya xwe dewam bike da û bal kişand ser pêvajoya darizandinê.Şenyaşar, diyar kir ku li Nexweşxaneya Dewletê ya  Pirsûsê li ber çavên wê hevjin û du zarokên wê qetil kirin û wiha got: "Gelo qeydên nexweşxaneyê li ku ne? Bijîşk û hemşîreneyên vê nexweşxaneyê gelo li ku derê ne? Hemûyan îstîfa kirin. Ka îfadeyên wan li ku derê ne? Gelo çima edaletê pêk nayînin? Li vê derê em dixwazin bi dozger re hevdîtinê bikin. Lê dozger naxwaze bi me re hevdîtinê bike. Malbata min hat qetilkirin. Di serde jî kurê min kirin zindanê. Ger edaletê dibinê beton de be jî, ezê ji wir derxînim."   DIXWAZIN BI SER DOZÊ BIGIRIN   Ferît Şenyaşar ê duh beşdarî 6'emîn danişîna dozê ya li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin, bû jî, wiha axivî: "Daraz dibin zexteke siyasî de ye. Dozger li gorî daxwazên dijberên me tevdigere. Li gorî wan mutalayek amade kiriye. Ji bo ku vê mutalaya bi şandeya dadgehê bide qebûlkirin, dibin zextek siyasî deye. Ji xwe girtiyek tenê ji wan heye. Dixwazin vî girtiyî jî bidin berdan û birayê min jî bi cezayê muebetê bidin cezakirin. Bi vî awayî dixwazin bi ser dozê bigirin. Lê em ê destûrê nedin vê yekê."   Şenyaşar, dest nîşan kir ku ev 5 rojin di çalakiya rûniştinê ya edaletê de ne û wiha bi dawî kir: "Em dixwazin serdozger bibînin. Amîrê ewlekariyê yê tê vê derê, dibeje ku 'ne pêkane ku hûn bi dozger re hevdîtin bikin.' 3 mirovên me di Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de bi awayekê hovane hatin qetilkirin. Bavê min linç kirin. Ev di hevdîtinên telefonê yên Enver Yildiz de jî hene. Lê hîna jî kes nehatiye girtin. Em edaletê dixwazin. Heya ku edalet pêk were, em ê vê têkoşîna xwe ya edaletê ya li ber edliyê dewam bikin."