Li Amedê yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin 2021-03-13 13:53:25 AMED - Li Amedê, yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin û li dora agir guven hat gerandin.    Komîteya Amadekar a Newroza Amedê, berî mîtînga mezin a Cejna Newrozê, yekemîn agirê Newrozê pêxist û starta pîrozbahiyên Newrozê yên li bajêr da. Agirê Newrozê ji aliyê Komîteya Amadekar ve li baxçeyê avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Peyasê hat pêxistin. Komîteyê piştî daxuyaniya da, agirê Newrozê pê xist.    Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag û Remziye Tosûn jî di nav de gelek kes beşdarî, bernameya pêxistina agirê Newrozê bûn.    Bi baxçeyê partiyê ve, pankartên “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin”, “Jin wê bi raperîna xwe, agirê Newrozê qîr bikin”, “Newrozê ji bo gelan têkoşîne, ji bo yekitiya Kurdan gotine” û “Agirê Newrozê geş bikin, tecrîdê bişkînin” hatin kirin.     Hevserokê HDP’ê yê Amedê Îrfan Soner ku Serokatiya Komîteya Amadekariyê dike û endama Komîteyê Zelal Bîlgîn daxuyanî dan.    Bîlgîn dest pê kê axivî û wiha got: “Ji derveyî welat û di hûndirê welat de, me Newroza îsl bi polîtîkayên zext, binçavkirin, girtin û şer pêşwazî dikin. Ligel hemû zextan jî em Newroza gelên Tirkiyeyê pîroz dikin û em ê pîroz bikin. Weke ku tê zanîn Newroz di heman demê banga aştiyê ye. Îro gelê me amadekariyên xwe yên Newrozê dike. Em bi vê wesîleyê, banga berxwedanê li gelê xwe dikin.”   SERÎ LI WALÎTIYÊ DAN    Serokê Komîteya Amadekar Îrfan Soner jî, diyar kir ku wan ji bo pîrozbahiya mîtînga mezin a Newrozê serî li Walîtiya Amedê dane. Soner, dest nîşan kir ku agirê Kawayê Şoreşger îro jî didome û wiha bilêv kir: “Em dizanin ku Newroz, aştî, edalet û demokrasî ye. Divê her kes Newrozê pîroz bike. Werin em di rêya Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Seydayê Cegerxwîn de Newrozê pîroz bikin.”   Piştî axaftinên hatin kirin, agirê Newrozê hat pêxistin û govend li dora agir hat gerandin. Bi pêxistina agir re bê navber dirûşmên ‘Newroza Rêber Apo pîroz be’, ‘Newroz pîroz be’ û ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ hatin berzkirin.    Pîrozbahî piştî xwe bi ser agir re avêtinê bi dawî bû.